Çanda kevnar a Êzdiyatiyê: Cumê

Mam Hecî Qaso Murat diyar kir berê wî Cumê ji bo debara xwe dikir, lê niha ji bo ku ev çand winda nebe, wî zarokên xwe fêrî Cumê kiriye û got “Li Şengalê bi tenê em çêdikin û kesekî din xwe fêr nake.”

Tişta herî bi nirx ew e ku mirov bi hewildan, ked û xwêdana eniya xwe jiyanê bedew bike. Dibe di merheleyên hewildanê de gelek zehmetî çêbibin, lê hêvî sêra veşartî ya serkeftinê ye. Em ê bi hev re biçin Gundê Zorava yê girêdayî Şengalê û li wir li çîroka mam Hecî Qaso Murat yê 65 salî guhdar bikin.

Li Şengalê bi tenê Mam Hecî amûra bi navê Cumê bi kar tîne û ji ber vê her kes wî nas dike. Dema em ketin gundê Zorava çawa me tehrîfa karê wî kir ciwanên gund em birin mala wan û em çûn Koçka Mam Hecî. Ji Koçka mam Hecî bêhna çanda kevnar dihat ji qelûna wî bigire heta fotoyên li ser dîwar, diyar bû bav û bapîrê wî bûn. Bi bênfirehî diaxivî û ji ciwanên ku berî me serdana wî kiribun re şiret û serboriyên xwe vedigot. Piştî ku em jî ketin nav sohbeta germ, me jê re qala armanca xwe ya serdanê kir. Bi rûyekî ken got ez ê xwe amade bikim û em bi hev re biçin ba Cumê. Em jî rabûn û em bi rê ketin.

Mam Hecî 65 salî ye û ew ji Eşîra Heskiyan e. Di salên 1970’an de dizewice û li gundê Bekira yê girêdayî Şengalê dijî. Di wan deman de debara jiyanê zor û zehmet bûye, Mam Hecî jî ji bo bikaribe jiyana xwe bi rê ve bibe, dikeve ser rê û berê xwe dide Bexdayê. Li Bexdayê dikeve lêgerîna karekî ku bikaribe xwe û malbata xwe pê xwedî bike lê li gorî xwe karekî nabîne. Di Tîrmeha sala 1977’an de ji gund diçe bajarê Şengalê û li Sûka Kevin ya Şengalê ji bo xwe amûra bi navê Cumê, li gel çend gulokên rîs dikire, lê nizane bê ka wê bikaribne pêk bîne yan na. Lê amûra bi navê Cumê dibe hevalê wî yê 45 salan. Mam Hecî ji aliyekî ve debara malbata xwe dike û ji aliyê din ve jî çêkirina cil û bergên Êzdiyatiyê ya resen bi saya keda wî û malbata wî heta îro tê.

PIŞTÎ XERAKIRINA 16 GULOKÊN RÎS

Di rê de ji me re qala serpêhatiya xwe û karê xwe dikir. Me jî meraq dikir amûra bi navê Cumê tiştekî çawa ye. Em çûn nav baxçeyekî mezin ên ku gelek darên fêkiyan lê hebû. Piştre got werin li hevala min a 45 salan binihêrin. Kurê wî li ser dixebitî, me jî bi baldarî lê dinihêrî ku Cumê tiştekî çawa ye. Mam Hecî got “Kêm kesan ev amûr bi kar dianîn. Her kes nikare, ji ber ku zehmet e. Min bi xwe jî piştî xerakirina 16 gulokên rîs bi kar anî. Berê du kalemêr hebûn ku ev kar dikirin. Yek ji wan Êzidî bû, heta beriya feranê jî çêdikir lê piştre rehmet kir. Yê din jî zilamekî File bû. Her du kesan Cumê bi cil û berfên rîs çêdikirin. Kesên Êzidî dema ku xwestibûna ji xwe re cilên Êzidiyan çêbikin, gulokên xwe yên tayên rîs dibirin cem wî kesê File. Dema ku min ev her du hoste dît, min got ez karê tu kesî nakim û ez ê bi tenê karê xwe bikim.”

Mam Hecî piştî ku vî karî dibe, ew hevjîna xwe jî fêr dike û piştî ku zarokên wan mezin dibin, zarokên xwe jî fêr dikin. Mam Hecî di nava rojê de sê parçeyan û bi şev jî li ber fanosê parçeyekê çêdike. Lê ji ber temenê xwe wekî berê nikare çêbike û zarokên wî çêdikin. Mam Hecî ji bo ku ji me re qal bike, çû ser makîneya xwe, amûr da naskirin û ez bawer im bîranînên wî hatin bîra wî.

CUMÊ

Vê alava bi navê Cumê ji berê ve ji aliyê mirovan ve dihate bikaranîn. Ev amûr ji daran hatiye çêkirin. 250 têlên di ber hev de, bi şêweyê ku tayê rîs ji nava wan derbas bibe, hatine rêzkirin. Ev amûr ji heft parçeyan pêk tê. Gur, şeh, def, çekmece, tevnî, lolebuk yan jî dûlav pê gulokên ta çêdikin û mekûk ev tev parçeyên Cumê ne. Mam Hecî bi henekî got “Ne gaz e, ne jî benzîn û elektrîk e. Dema ku xera bibe, ez dikarim bi hêsanî çêbikim. Ji ber ku textik pir in. Di destê min de jî zû xera nedibû. Ji ber ku ez bi zimanê wê dizanim û li gorî wê nêz dibim.”

EM BERPIRSÊN ÇANDA XWE NE

Mam Hecî Qaso Murat diyar kir berê wî Cumê ji bo debara xwe dikir, lê niha ji bo ku ev çand winda nebe, wî zarokên xwe fêrî Cumê kiriye û got “Li Şengalê bi tenê em çêdikin û kesekî din xwe fêr nake.”

Mam Hecî bal kişand ser meraqa ciwanan a ji bo çanda Êzdiyatiyê û got “Piştî fermanê ciwanên me, bêtir cil û bergên resen li xwe dikin. Ev tiştekî baş e û divê her dem çanda xwe biparêzin. Her civak çanda xwe diparêzin û em jî berpirsên çanda xwe ne.”