Di Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de dîwana dengbêjan hat danîn

Di dîwana dengbêjan a di konê di navbira versiyonê maketê Kurdistanê hat danîn de kilam hatin gotin, xwarinên Kurdan hatin nasandin.

Di çarçoveya Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ya bi hevkariya Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F), Ensîtuya Fikir û Lêkolînên li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterandê hat organîzekirin de, Yekşemiyê piştî nîvro dîwana dengbêjan hat danîn. Hozan Şemdîn, Marûf, Elmas û gelek hunermend û dengbêjên Kurdistanî tev li dîwanê bûn. Dîwan di saet 14.30’an de dest pê bû.

Dîwan li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs di konê navbira versiyonê maketê Kurdistanê hat danîn. Şaredariya Parîsê û endamên meclîsa Şaredariya Parîsê ya 10‘emîn tev li dîwanê bûn. Li dîwanê kilamên dengbêjiyê yên sereke hatin gotin. Ciwanên TEV-ÇAND’ê jî tev li dîwanê bûn.

Li dîwanê xwarinên Kurdan jî hatin nasandin. Mehîr, nanê xewre, ecîn, şîranî, qaz, tenûr, kete û hêj gelek xwarinên gelêrî yên Kurdan di bufeyê de hatin nasandin. Ji xeynî Kurdistaniyan, Fransîyan xweş eleqe nîşanê şahiyê da. Şahî heta bi şeş û nîvê êvarê dewam kir û bi govenda denbêjan bi dawî bû.

Mîhrîcana hefteyek e destpê kiriye wê roja Çarşemiyê bi xebata atolyeyê ya ji bo zarokan dewam bike û di pey atolyeyê re bi panel, pêşangeha wêneyan û konsera finale ya roja 28‘ê Gulanê bi dawî bibe.