21 rêxistin û komeleyên ziman: Em ê zimanê xwe biparêzin

21 rêxistin û komeleyên ziman nerazîbûn nîşanî qedexekirina konser û şanoyên bi Kurdî dan û gotin, "Li dijî qedexeyan em ê li her qada jiyanê zimanê xwe biparêzin."

Tevna Çand û Zimanê Kurd, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurd a Stenbolê jî di nav de 21 rêxistin û komeleyên ziman, li ser qedexekirina şano û konserên Kurdî daxuyanî dan.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin ku êrişên li ser Kurdî bi rêk û pêk sed sal in dewam dike û işaret bi qedexekirina konserên Aynûr Dogan û Metîn Kemal Kahraman û lîstika şano ya Tiyatro Mencel kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em pê zanin ku hincetên ji bo betalkirinê hatine pêşkêşkirin bahane ne, mijara esasî tirsa ji ber xwedîderketina Kurdan a li çand û zimanê xwe ey."

Rêxistinan diyar kirin ku li gel qedexe û astengiyan jî Kurdî wê bê parastin û gotin, "Li dijî van qdexe û êrişan em ê li her derê bi zimanê xwe bipeyivin, li her derê bi zimanê xwe yê dayikê bi Kurdî bistirên û bersiva pêwîst bidin. Ev êriş tenê dikare bibe sedem ku daxwaza me ya ji bo parastin û pêşvebirina Kurdî zêde bibe. Gelê Kurd wê ji ber qedexe û êrişan dest ji zimanê xwe bernede. Li dijî van qedexeyên li ser çand û zimanê Kurdî, em ê li her qada jiyanê zimanê xwe biparêzin."

RÊXISTINÊN KU DAXUYANÎ DANE

Komele û rêxistinên ku daxuyanî dane wiha ne: "Tevna Çand û Zimanê Kurd, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê, Enstîtuay Kurd a Stenbolê, Enstîtuya Kurd a Amedê, ARSÎSA Ziman, Komeleya Navenda Lêkolînên Çand û Hunerê, Komeleya Wêjevanên Kurd, ARÎ-DER Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman, Komeleya Birca Belek, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman-AVESTA, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ferat, Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilat, Federasyona Komeleyên Mûş, Federasyona Komeleyên Şîrvan, Federasyona Komeleyên Wanê, Federasyona Komeleyên Îdirê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Federasyona Komeleyên Dep Xarpêtê, Platforma Patnosiyan li Stenbolê, Kovara Destar û Komeleya Ekolojî."