Mîhrîcana Dersimê ya 12’emîn: Dersim berxwedan e

Piştî du salan Mihrîcana Dersimê li Frankfûrtê destpê kir. Li dijî êrîşên qirkirinê peyama “Yekitî û berxwedanê“ hat dayîn.

Mîhrîcana Dersimê her sal bênavber dihat lidarxistin, lê ji ber şewba koronayê du sal bûn ku nedihat lidarxistin. Mîhrîcan, îsal cara 12’emîn bi beşdarbûna bi hezaran kesan li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hat lidarxistin. Mîhrîcan bi hevkariya Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewropayê (FEDA) û Federasyona Yekîtiyên Dersim a Demokratîk a Ewropayê (ADEF) hat lidarxisttin û gelek saziyan jî piştgirî dan mîhrîcanê. Li gel gelek hunermendan, siyasetmedar û nivîskar jî tev li mîhrîcanê bûn.

Mîhrîcana Dersimê ya 12’emîn, bexşê cangoriyên komkujiya Koçgiriyê hat kirin. Mihrîcanê du rojan dewam kir, di roja yekem de panel hat lidarxistin, Li belgefîlman hat temaşe kirin û sohbet hatin kirin. 

Bernameya roja duwemîn jî bi nîşandana belgefîlma “1994” a ku têkildarî şewitandina gundan a sala 1994’an li Dersimê, a Dernêher Devrîm Tekînoglû amade kirî, destpê kir.

Bernameya dikê bi semînera gulbang a Pîr Alî Balî û Dayika Narîn, destpê kir.

Koma Stêra Muzîk, Koma Mûnzûr, Beşer Şahîn, Dogan Çelîk, Lale Koçgun, Mîkaîl Aslan, Levent Ozdemîr, Serhad Med, komên varvara û ya zirneyê derketin ser dikê.

‘BERXWEDANA RÛMETÊ BERDEWAM DIKE‘

Hevseroka Federasyona Elewiyên Demokratîk a Ewrûpayê (FEDA) Ayfer Kiliç, Serokê Federasyona Yekîneyên DErsim a Demokratîk a Ewrûpayê (ADEF) Muharem Erdogan û Hevseroka Komîteya Avakirina DErsimê (DÎK) Hulya Yer beşdarên mîhrîcanê silav kirin.

Hevseroka DÎK’ê Hulya Yer diyar kir ku li Dersimê hişmendiya qirkirinê dewam dike û got: “Hişmendiya ku di 1937-38’an de li Dersimê qetilam kir, îro jî li Herêmên Parastina Medyayê dike. Li Dersimê li dijî qirkirin û bêrûmetiyê xwe ji tehtên Halvoriyê avêtin û li ber xwe dan. Îro jî berxwedan didome. Ev mîrateya berxwedanê ji Elîşêr û Zerîfeyan heta bi Sakîne, Aysel Doganan îro bi hezaran lehengên bênav dewam dike.“

MÎHRÎCAN BEXŞÊ CANGORIYÊN KOÇGIRIYÊ HAT KIRIN

Li ser navê komeleyên piştgiriya mîhrîcanê dikin jî Siyabend Şahîn axivî. Şahîn diyar kir ku ew pê şanaz in ku Mîhrîcana 12‘emîn a Dersimê dikin diyarî ji cangoriyên Koçgiriyê ye re.

LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN YEKITÎ

Serokê Federasyona Komeleyên DErsimê Ozkan Tacar ê xîtabê beşdarvanan kir û bal kişand bi ser êrîşên li ser Dersimê yên zêde dibin de û wiha got: “Em bi her awayî rû bi rûyê êrîşan in. Êrîşên berpêyî ziman, çand û xwezaya me roj bi roj zêde dibin. Dixwazin bi bendav û kanên madenan xwezaya me ji holê hilînin. Divê em bi yekîtiyeke xurttir a li Ewropayê li ber van êrîşan rabin. Divê navê Dersimê bê dayîn. Belgeyên salên 1937-1938‘an û aqûbeta qîzên me yên winda bên aşkerekirin. Divê dewlet rû bi rûyê Qetilama Dersimê bibe, helaliyê bixwaze.“

Serokê Konfederasyona Yekîtiya Elewiyan a Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat jî axivî û got: “Ne bes e mirov bi tenê rojên bi êş de bê ba hev, hewce ye ku mirov rojên taybet jî bê ba hev. Elewî divê êdî di her warî de bên ba hev û li ber êrîşên tên kirin rabin. Bi xurtkirina yekîtiya xwe em ê rojên xweştir bibîn.“

Piştî axavtina Mat, pêşaniyek li ser çanda dawetên DErsimê hat pêşkêşkirin. Bûk li ser pişta hespê bi def û zirne hat ber dikê. Zava sêv avêtin bûkê û bûk bi çepikan ji qadê veqetiya.

‘DERSIM BERXWEDAN E‘

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî tev li mîhrîcanê bû. Bulbul mafê axavtinê girt û got: “Dersim Seyîd Riza ye, Elîşêr e, Zerîfe ye, Mazlûm Dogan e, Îbrahîm Kaypakkaya ye, Sakîne Cansiz e, Aysel Dogan e; Dersim berxwedan e.“

Kemal Bulbul gotina Seyîd Riza ya ‘’Min serî bi hîleyên we re dernexist, ev ji min re bû derd; min jî serî li ber we dananî, bila ev jî ji we re bibe derd’’ bi bîr anî û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “ Vê dewletê pir bi me daye kişandin, em qetil kirine. Lê me jî serî li ber daneaniye, me jî hindik bi wan nedaye kişandin. Em wek HDP doza yekîtiyê dikin. Em doza aştî û demokrasiyê dikin. Me tirs wek Huseyîn li Kerbelayê ji ser xwe rakir. Me tirs wek Îbrahîm Kaypakkaya di zindanê de, wek Mazlûm, wek Sakîne Cansiz di zindanan de ji ser xwe avêt.“ Ji bo axavtina Bulbul bi demeke dirêj çepik hatin lêxistin.

Rojnamekar Hayko Bagdat ê tev li mîhrîcanê bû jî axivî. Bagdat da zanîn ku ji ber Ermen e diçe ber kîjan standê qedirê wî digirin û ev gotin kirin: “Em ên li vê qadê me ji dewletê pir kişandiye. Lê em li vir qedirê cudahiya hev û din digirin. Çi malbatên Elewî û Kurd ên diçim dîtina wan pir hez ji min dikin. Gelê Ermen jî wê ji her Dersimî û Kurdî re malovaniyê bike.“

Tevlêbûyiyên mîhrîcanê herî pir bi konê nivîskaran re eleqedar bûn. Ber standa îmzekirina pirtûkên bi dehan nivîskaran heta bi mîhrîcan hebû vala nema. Hin kesên ji nav bi dehan kesên pirtûk îmze kirin Hatîp Dîcle, Sefkan Botan, Kemal Aktaş, Erdogan Yalgin, Azîz Tûnç û Îmam Canpolat bûn.

Beşdar li ber standên xwarinê rêz bi rêz bûn. Eleqe herî pir nîşanê Komeleya Kurmêş, Federasyona Komeleyan a Gurgumê û FEDA’yê hat dayîn.

Ciwanan eleqeyek mezin nîşanî mîhrîcanê da. Ji her temenî bi hezaran kes, du sal bi şûn de ji xwe re di mîhrîcanê de têr kêf kir.