Gonuldaş: Ziman parçe nake, lê digihîne hev

Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Ankayê Mehmet Zekî Gonuldaş qedexeyên dewleta Tirk ên li ser çand û zimanêw Kurdî weke nîşaneya pratîka mejiyê înkarê pênase kir û destnîşan kir ku ziman civakan, gelan a jî dewletan parçe nake, digihîne hev.

Rêveberê Komeleya Çand, Huner û Ziman a Anka Mehmet Zekî Gonuldaş têkildarî zext, asîmîlasyon û qedexeyên li Kurdî têne ferzkirin ji ANF'ê re axivî.

Gonuldaş got, "Ziman bîra civakekê ye" û wiha dewam kir, "Rêbaza tunekirina gelekî înkarkirin û asîmîlekirina çand û zimanê wî gelî ye. Mîna ku di xala 42'an a Destûra Bingehîn de tê gotin; Li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî ti ziman nikare bibe zimanê perwerdeyê. Kurd tevî ku hêmanê esasî yê vî welatî ye, tevî rabirdûya xwe ya ji sed salî jî nikarin ji aliyê ziman û çandî ve xwe îfade bikin, zimanê wan nikare bibe zimanê perwerdeyê. Ne tenê zimanê Kurdî, ti ji zimanên gelên cografya Anatoliyê weke zimanê perwerdeyê nayê qebûlkirin. Kurd li vê erdnîgariyê ji aliyê hejmarî ve ji hindikahiyên din zêdetir e. Lewma daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe dikin, lê dewlet vê daxwazê bi cih nîne."

LI GEL ASÎMÎLASYONÊ JÎ XWEDÎ LI KURDÎ DERDIKEVIN

Gonuldaş destnîşan kir ku Kurdî li gel asîmîlasyonê jî dewam dike, xwedî lê tê derketin û got, "Tevî qedexe, asîmîlasyonê jî ev ziman di stran, muzîk, şano, yanî ji aliyê çançdî ve dewam kiriye, tê dewamkirin. Lê belê ev polîtîkaya qedexe û asîmîlasyonê dewam bike dibe ku tune bibe. Li tevahiya cîhanê bi taybetî li Eworpayê gel hemû xwedî mafê perwerdeya bi zimanê xwe ne. Ev cihêrengî ye, dewletê yan jî civakê parçe nake. Rewşeke welê ye ku jiyana hevpar a gelan misoger dike û dewlemendiya çandî ye."

NÊZÎKATIYA SED SALÎ DEWAM DIKE

Gonuldaş bal kişand ser qedexekirina konser, lîstik û şano yên Kurdî û zextên li ser zimanê Kurdî wiha nirxand: "Nêzîkatiya rojên dawî ya li zimanê Kurdî nîşaneya pratîka mejiyê înkarê ye. Bi saya taybetmendiya civakî ya Kkurdan zimanê Kurdî li gel înkarê jî gihîştiye vê astê. Li gundên dûr ên ku kapîtalîzmê nekarî xwe bigihînê ev ziman û çand jiya ye. Bi bajarîbûnê re ji ber ku di nava çand, perwerdeya serwer û zimanê hilberînê de nîne, asîmîlasyonê bêhtir xwe nîşan daye. Ev nêzîkatî sed sal in hîn jî dewam dike. Bi axaftina bi zimanê dayikê, bi muzîk, çand û hunera bi zimanê dayikê dewletek parçe nabe."

WÊ BI KIRMANCKÎ Û SORANÎ JÎ HEBE

Mehmet Zekî Gonuldaş li ser Komeleya Çand, Huner û Ziman a Anka ku wê 12'ê Hezîranê li Enqereyê dest bi kar bike, wiha axivî: "Li Enqereyê nêzî heft sal in li ser vê bingehê karek nehate kirin. Berê komeleyek hebû ku karê ziman dikir, lê belê hate girtin. Bi zaravayên din ên Kurdî bi Kirmanckî, Soranî jî wê perwerdeyên me hebin. Çalakiyên çand û hunerî jî wê werin lidarxistin. Em ê li vê xakê karên çandî, çalakî û komxebatan lidar bixin."