Festîvala Çanda Kurd a Parîsê diyarî gerîla hate kirin

1'emîn Festîvala Çanda Kurd a li Parîsê ku bi konsereke mezin bi dawî bû, diyarî gerîla hate kirin.

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ku 14 rojan dewam kir, bi konsereke mezin bi dawî bû.

28'ê Gulanê li Salona Konserê ya Gaveau hunermend Ayfer Duzdaş, Diyar Mehrovî, Farqîn Azad û Şivan Perwer derketin ser dikê.

Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi hevkariya Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F), Enstîtuya Lêkolînan û Fikrî ya li ser Kurdistanê (ÎREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danîelle Mîtterrand ve 14'ê Gulanê bi meşeke çandê destpê kiribû.

Di çarçoveya festîvalê de li avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê maketeke Kurdistanê hate danîn, dîwana dengbêjan, şano, pêşangeya wêneyan, atolyeya zarokan, şahiya kolanan hatin lidarxistin û xwarina Kurdan hate nasandin.

Mêvanê destpêkê yê konserê Diyar Mehrovî bû. Hunermendê ciwan ê Botanî stranên ji herêma Botanê got. Piştre jî hunermend Farqîn Azad derkete ser dikê.

Hunermenda konsera fînalê Ayfer Duzdaş jî ji kevneşopiya Koçgirî stran got. Piştî Duzdaş jî Şivan Perwer derkete ser dikê.

Tevî Kurdan her wiha Ermen, Keldanî, Asûrî û Fransayî jî tevlî konserê bûn.

Di dawiya konserê de nûnerê komîteya amadekar derkete ser dikê û silav da gel. Bi navê CDK-F'ê berdevkê têkiliyên derve yê CDK-F'ê Agît Polat bal kişand ser girîngiya vê festîvalê li Fransayê û bi bîr xist ku bi hezaran kes li dora çanda Kurd li hev civiyan.

Polat diyar kir, di demekê de ku şer dewam dike, festîvaleke bi vî rengî tenê dikare diyarî gerîla bê kirin û got, "Bi navê komîteya festîvalê em vê festîvalê diyarî gerîla dikin."

Konsera dawî ya festîvalê bi dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.