Mîhrîcana Zarokan a 'Xeyalên me qirêj nekin' hat lidarxistin

Navenda Jinan ya UTAMARA bi şîara "Xeyalên me qirêj nekin" ji bo zarokan mîhrîcanek li dar xist.

Navenda Jinan ya UTAMARA ji bo zarokên bajaroka Unkel a herêma Neuwied a eyaleta Renanya-Palatina ya Elmanyayê bi şîara "Xeyalên me qirêj nekin" mîhrîcanek li dar xist. Zarokên ji neteweyên cuda yên hatin gel hev, bi reqs û stranên xwe derketin ser dikê. Ji bilî herêma Rheinland-Pfalzê ji gelek deverên NRWê jî malbat tev li mîhrîcanê bûn.

Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê anî ziman ku armanca wan ew e ku bi rojekê be jî zarok bêyî rastî tu cudahiyan werin, ji çi qewim, civak, ol, reng û curî bînin ba hev û di atmosfereke azad de, xeyalên zarokatiyê yên nehatine qirêjkirin bi azadî bijîn.

Di mîhrîcana ji bo zarokan hat lidarxistin de ji bo ku zarok bilîzîn îstasyonên lîstîkan ên wheel - park, qesrên hilpekînê, ajotina erebeyan û çalakiyên boyaxkirina rû, siwarbûna hespên pony, xêzkirina wêneyan li ser cam û li ser caw hatin organîzekirin.

Her wiha koroya zarokan, koma perperokên ji zarokên 3 salî pêkhatî, folklora zarokan a bi navê  Govenda Romanî‘, reqs û stranên ji Sûdanê, stran û çanda tembûrê ya Komeleya Elewiyên Bonn- Beuel û muzîka hîp - hop û stranên ji aliyê ciwanên ji Bad Honnef tanztê cih girtin.

Mîhrîcana ji gelek malbatên ji neteweyên cuda yên wek ji Kurdan bigre, heta bi Ereb, Elman, Ukraynayî, Tirk, Efrîkî, Arnawidî tev lê bûn ji ber xweşiya hewayê heta derengiya evarê li qada mîhrîcanê man. Di mîhrîcanê de ji xwarinên gelêrî yên Kurdan jî gelek hat hezkirin.

Mîhrîcan bi stran û govendên zarok û malbatan bi dawî bû.