Konserên Ararat û Dogan ên li Bûrsayê hatin betalkirin

Konserên hunermendên Kurd Aynûr Dogan û Mem Ararat ên li Bûrsayê hatin betalkirin.

Qedexekirina konserên hunermendên Kurd û muxalîf dewam dike. Konserên hunermendên Kurd Aynûr Dogan û Mem Ararat ên li Bûrsayê jî hatin betalkirin.

Beriya konsera Aynûr Dogan bi çend rojan ku wê di 31’ê Gulanê roja Sêşemê li Bûrsayê li Parka Vekirî ya Çandê bihata lidarxistin, hat ragihand ku şaredariyê konser betal kiriye.

Konsera ku Mem Ararat wê di 29’ê Gulanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Bûrsa Merinos Ataturk pêk bianiya, ji aliyê walîtiya Bûrsayê ve bi îdîaya "ewlehiya cemaweriyê' hate betalkirin.

Di daxuyaniya Zîn Muzîkê de hate gotin, "Sê roj ji konserê re mabû, amadekariyên me hemû temam bûbûn. Bilêt hemû hatibûn firotin. Biryara betalkirina konsera me vê sibehê gihîşt ber destê me."