Li Nurnbergê Hefteya Çanda Kurd dest pê kir

Li bajarê Nurnbergê ya Elmanyayê 11’emîn Hefteya Çanda Kurd ku hatibû organîzekirin, dest pê kir.

Bi dirûşmeya "Ji bo Çanda xwe, Nasnameya xwe, Azadiya Gel û Welatê xwe!" 11’emîn Hefteya Çanda Kurd ku hat organîzekirin, di 25'ê Gulanê de dest pê kir.

Hefteya Çandê wê heta 28'ê Gulanê bi gelek çalakiyên cuda dewam bike.

Di roja yekem a çalakiyê de Kurdistaniyên li Nurnbergê dijîn bi cil û bergên xwe yên neteweyî kom bûn.

Di mîhrîcana çandê de hunermend Emele dê modela çanda Kurdî û modelên ku sembolên bajarên Kurdan hene, li pêşangeha gel bên nîşandan.

Di roja yekem a mîhrîcanê de folklora Kurdî û gelek şanoyên herêmî yên Kurdistanê hatin pêşandan.

Ji Mala Medyayê ya Nurnbergê Alî Medya ku axaftina destpêkirinê ya mîhrîcanê kir got, “Huner û çand yek ji parçeyên pêwîst ên gelan e. Di vê wateyê de em dibînin ku eleqeya ji bo 11’emîn Hefteya Çanda Kurd a ku em organîze dikin zêde ye. Bêguman sirgûnbûyîn pir zehmet e. Lê ya ku dê me û nifşê me yê pêşeroj zindî bihêle, berdewamiya kevneşopiyên weha girîng ên çandî ye. Em hêvî dikin ku wê ji bo nifşa bê jî berdewam bike.

Endamê Meclîsa Partiya Kesan a Nurnbergê Cengîz Şahîn ku beşdarî çalakiyê bû got, “Ev yazdeh sal in ku çalakiyên çandî yên watedar ên bi vî rengî didomin, bedewî û rengekî din digire. Bi amadebûna her kesî ez careke din spasiya wan kesan dikim ku li bajarê Nurnbergê beşdarî vê mîhrîcanê bûne. Çand, weke ku mirov ji nav xweliyê zayîn bibe ye. Bajarê Nurnberg bajarek e ku vê dawiyê xelata mafên mirovan wergirtiye. Di heman demê de gelê Kurd gelê ku her tim li ber xwe dide û di berxwedana xwe de tawîz nade. Di vî warî de ji hemû kesên li vir re serkeftinê dixwazim.”

Serokê Şaredariya Nurnbergê jî ji bo Mîhrîcana Çanda Kurd peyameke pîrozbahiyê şand.

Hunermenda Kurd Hanî Moytahedj di roja yekem a bernameya mîhrîcanê de derket ser dikê.

Di roja duyemîn de jî fîlmê Bogurtlen Zamani dê bi şêniyên bajêr re bê temaşekirin

Di roja sêyemîn de jî wê bi beşdariya Ahmet Yildirim, Turgut Oker, Kerem Schamberger û Murat Çakir panelek bê dayîn

Di roja çaremîn de hunermendên Kurd Hozan Canê û Rotînda wê derkevin ser dikê.