Amadekariyên Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 16‘emîn berdewam dike

Amadekariyên Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 16‘emîn ku wê 18‘ê Hezîranê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, berdewam in.

Amadekariyên Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 16‘emîn ku wê 18‘ê Hezîranê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, berdewam in. Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê, ji bo amadekariyan li Darmstadtê li hev kom bû. Komîteya diyar kir ku wê gelek eleqe nîşanê mîhrîcana ji ber pandemiyê 3 salan bi şûn de tê lidarxistin, bê dayîn û da zanîn ku komîte li wê gorê amadekariyên xwe dike.

Ji xeynî bernameya li ser dikê; standên li ser çanda Kurdan û defîleya cil û bergan hin bernameyên berbiçav ên mîhrîcanê ne. Wê ji bo zarokan jî tişt werin kirin. Saziyên jinan wê bi rengê xwe li tev li mîhrîcanê bibin. Komîteya Amadekariya Mîhrîcana Jinan a Zîlan a 16‘emîn da xuyakirin ku hemû amadekariyên mîhrîcanê temam kirine û bi cil û bergên gelêrî li benda jinên Kurd in.

Komîteyê her wiha bang li zarokan jî kir; ‘’Zarokên delal ên wê mîhrîcana me bi we watedar bibe, hûn jî bi dêya xwe re werin mîhrîcana me.’’  Komîte derbirî ku li gelek bajarên Elmanyayê hevdîtinên jî bo jinan jî organîze kirine; di serî de jin, bang li hemû Kurdistaniyên li Elmanyayê û dostên wan kir ku 18‘ê Hezîranê berê xwe bidin Frankfûrtê.