Lîvanelî: Divê mirov li dijî qedexeyan li ber xwe bidin

Hunermend Zulfu Lîvanelî nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser muzîkê da û got, "Divê mirov li ber xwe bide."

Desthilatdariya AKP-MHP'ê astengiyên li hemberî hunermendên Kurd û muxalîf, her wiha qedexekirina konseran zêde kiriye. Çalakiyên gelek hunermendan bi destê şaredariyên AKP'î ve têne betalkirin.

Hunermend Zulfu Lîvanelî ji ANF'ê re axivî û got, "Atmosfereke giran a zextê heye." Lîvanelî got, "Qedexeya li ser konser û muzîkê ku zêde bûye, li ser hunerê veguheriye zexteke giran. Bêguman dilê me bi wan hunermendan re ye ku konserên wan hatine qedexekirin."

'DIVÊ HER KES NERAZÎBÛNÊ NÎŞAN BIDE, LI BER XWE BIDE'

Lîvanelî got, "Ev tablo weke vegera li ya berê dikare bê şîrovekirin" û wiha dewam kir, "Ji ber ku bi salan weke hunermendên nifşê min, em bi qedexeyên li ser konser û albûman re mijûl bûn. Ji me ne xerîb e. Li derve yan jî stadyûman berê tiştek nedigotin, kêliya dawî qedexe dikirin. Mirov bi rengekî nexweş ji ber derî dihatin vegerandin. Rêveberiya rewşa awarte ev kir, rêveberiyên zordar ev dikirin, rewşa niha ji ya berê ne cudatir e. Li ya berê vegeriyan. Kurdî yan jî Tirkiya qedexeyê nîne, divê her kes li ber rabe. Ji ber ku ji hunerê, wêjeyê, ji muzîkê ditirsin, ji ber ku ev asoyê mirovan fireh dike."

Hunermend Zulfu Lîvanelî ji bo çareseriyê jî got, "Civak wê li ber xwe bide, weke ku hûn niha dikin wê nûçeya wê bê çêkirin, wê li ber rabe. Mirovan dema ku li hemberî vê têkoşîn meşandin wê hingî encamê bigirin."