Dengbêj Xalîde: Devê dengbêjan nayê mohrkirin!

Dengbêj Xalîde anî ziman ku qedexekirina konserê ji bo tirsandina girseyê ye û got, "Çawa ku huner nayê zincîrkirin, dengbêj jî nayê kelepçekirin û devê wan jî nayê girtin."

Ji hunermend û perwerdekara Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) Halîme Kirik (Dengbêj Xalîde) ku di çarçoveya lêpirsîna hemwext a li Stenbol, Amed, Sêrt û Erzînganê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destgîrkirin, tevî ku ev 5 roj in di ser berdana wê re derbas dibe, hêj ji bandora êrîşa polîsan rizgar nebûye. Xalîde travmaya ku di nezaretê de jiyaye û serpêhatiyên xwe ji ANF’ê re vegot.

‘TIŞTÊ KU KIRIN JI XERAKIRINA GORA HEVJÎNÊ MIN NE CUDATIR BÛ’

Xalîde diyar kir ku 12’ê Gulanê danê sibê saet di 06.30’an de polîsan bi ser mala wê ya li Nûrtepeyê de girt û wiha got, “Bi dengekî bilind li derî xistin. Her tim diqîriyan 'Dêrî veke'. Min derî hinek vekir. Dema min dît ku lûleya çekê xwe spartine derî, min diyar kir ku tu sedem tune ku bi vî awayî bêrêziyê bikin û ez tirsandim. Dema dest bi qîrîna “Zû veke, zû veke, tu terorîst î, der barê te de îfade heye” qîriyan, dîsa min ji wan xwestin ku bêrûmetiyê nekin, min derî vekir. Û dema ku min derî vekir, yek ji efserên hêzên taybet ku hat hundur, lûleya çekê da ber stûyê min, porê min ji paş ve girt, bi zorê min ser devkî dirêj kir û bi pehînan linge min dida ku ez ji hev vekim. Dûv re wan têlefona min girt. "

Xalîde anî ziman ku dema difikire çi qewimî dilê wê diêşe û wiha got: “Hevjînê min her tim digot; Min nikarîbû li vê dinyayê tiştek ji te re bihêlim, lê pirtûk û amûra min xwedî nirxek manewî ne, li wan xwedî derkeve. Ji bo ku mêvan dema tên malê dest nedin pirtûk û notên wî, min di malê de qismek taybet çêkir, lê dema polîsan avêtin ser hemû tişt belav kirin, avêtin erdê û pê li wan kirin. Tişta ku kirin ji xerakirina gora hevjînê min cudatir nebû, min jî ji wan re ev yek got."

‘HEM ZIYANÊN MADÎ HEM JÎ MANEWÎ ÇÊBÛ’

Xalîde ku bi şertê kontrola edlî ji aliyê dozgeriyê ve hat berdan, diyar kir ku ji ber vê destgîrkirinê hem ziyanên madî hem jî manewî çêbûye. Xalîde amaje bi wê yekê kir ku her çend roj di ser destgîrkirina wê re derbas bûne jî hîna nekariye mala xwe bigihîne hev û got ku ew nekariye biçe konsera ku dê bide. Weke ku ev ne bes be jî Xalîde bal kişand ser wê yekê ku xwediyê malê duh xwestiye ew ji malê derkeve û wiha bertek nîşan da: “Mafê mirovan nîne ku bi jiyana kesek bilîzin. Ma ew ê ji min re xaniyek veqetînin dema ku ez bêmal bim? Piştî serdegirtinê fobiya min jî pêş ket; Her cara ku li derî tê lêxistin ez ditirsim dimînim. Piştî ku hatim berdan, ji ber êşa min 2 rojan nekarî bimeşim. Mafê tu kesî nîne vê bike. Navnîşana min diyar e, hûn dikarin werin û gazî min bikin ku ez îfade bidim û bes. Ji xwe ez têm nasîn. Ez hunermendek im ku min dengê xwe daye HDP'ê û çûme konserên HDP'ê. Bi awayekî fermî zirara madî û manewî min jiya.”

‘DIXWAZIN LI SER HUNERÊ GIRSEYÊ BITIRSÎNIN’

Xalîde li ser qedexeyên kêfî yên konserên ku bi Grup Yorumê dest pê kir û di van rojên dawî de yek li pey yek tê nirxand. Xalîde destnîşan kir ku bi van qedexeyan dixwazin gel bitirsînin û wiha domand, "Dixwazin bi hunerê gel bitirsînin. Bi taybet hedefgirtina hunermendên Kurd û sosyalîst nîşaneya vê yekê ye. Çawa ku bi awayekî keyfî ez girtim, konser jî qedexe kirin. Kî ji bo min an jî hunermendên din ên ku konserên wan hatine qedexekirin tehdîd e ku em bi vê pêkanînê re rû bi rû ne? Ev eşkere bi rêya hunermend û hunerê girseyê ditirsîne. Bi vî awayî ez vê rewşê dixwînim. Yên ku li kêleka hunermendên Kurd disekinin û ji wan hez dikin, bêzarî û bêtehemûliyeke mezin heye. Zextên li ser siyasetê cihê xwe da qedexeyên hunerê. Bi giştî êrîşî çanda Kurdî dikin; Di vê wateyê de qirkirina çandî didome. Rewşek heye ku her diçe xerîbtir dibe û ne diyar e ku dê bi ku ve biçe. Lê bila bê zanîn ku çawa huner bi zincîr nayê girtin, dengbêjiyek jî ne kelepçe û ne jî mohr dibe. Heta ez bijîm ez ê dengbêjiyê bikim. Jixwe zilm û zordarî karê qelsan e. Ji ber ku dengbêj im ez bi hêz im.”