Lîstoka Kurdî ‘Tartûfe’ hat qedexekirin

Walîtiya Mêrsînê bi hinceta “Ewlehiya civakê”, lîstoka Kurdî ya bi navê “Tartûfe” qedexe kir.

Lîstika Kurdî ya bi navê “Tartûfe” ku dihat hêvîkirin îro li Salona Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê were lîstin, ji aliyê Walîtiya Mêrsînê ve hat qedexekirin. Piştî ku Walîtiya Mêrsînê ji bo lîstoka şanoyê destûr dayî, salon hat girtin. Piştî girtina salonê hat ragihandin ku lîstok hatiye qedexekirin.

Lîstoka Kurdî a bi navê “Tartûfe” bi gotina “Ji ber ku wê rêkûpêkî û ewlehiya civakê xirab bike, maqûl nehatiye dîtin” hat qedexekirin. Midûriyeta Emniyeta Mêrsînê ji kesên ku biryara qedexeyê amadekirin re pîrozbahiya Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê da.

Tîma lîstokê ku bi Şaredariyê re ket peywendiyan diyar kir ku qedexeya Walîtiya Mêrsînê bi keyfî ye, bertek nîşanî sekna Şaredariya CHP’ê ya li hemberî Kurdî dan û xwestin ku salonê vekin.

Şaredariyê anî ziman ku wê biryara walîtiyê pêk bînin.

ZELAL E KU KIRYAREKE KEYFÎ YE

Şanoya Bajarê Amed têkildarî qedexeyê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo kirê kirina salonê serî li şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û Edeneyê dane û wiha hat gotin: “Lê mixabin bi ruxmê ku burokratên çandê yên her du şaredariyan di qanûnê de nebûn, destûra walîtiyê ji me xwestin.”

Di daxuyaniyê de ji ber ku agahî dereng dane temaşevanên Mêrsînê lêborîn hat xwestin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em wek tîma lîstokê li vir bûn û me di lîstina lîstokê de israr kir û me tevahiya rojê muzakere kir, lê me encam negirt.”