Ji girtîgehê ber bi navenda hunerê ve

Avahiya ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Reqayê de weke êşkencexane dihat bikaranîn, veguherî navenda perwerdahiya hunerî ya belaş ji bo gelê Reqayê.

Xebatên çand û hunerê yên li Reqayê xwedî dîrokeke qedîme û ev yek bi rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD’ê ve cardin hatin zindîkirin. Alîkarê Hevserokê Komîteya Çand û Hunera Reqayê Menaf El Musa zilma dema rejîma BAAS'ê, dagirkeriya DAIŞ’ê û xebatên çandî yên piştî rizgarkirinê hatin kirin ji ANF’ê re nirxand.

11 BEŞ HENE

Çand û Huner ji beşên weke atolyeya wêne, atolyeya karsazî, nûkirina çandê, şano, berastengdar û zarok, çapemenî, dîvan, arşîv, muzîk û rêveberiyê pêk tê. Navenda ku di her beşê de 4-5 kes dihewîne, ji bilî dilxwazan bi giştî 45 endamên wan ên sereke hene. Li navenda ku gelek çûn hatin çêdibe, perwerdeyên Ingilîzî, wêne, muzîk û helbestan tên dayîn. Her wiha perwerdeya amûrên muzikê weke tembûr û hwd jî hene. Navend amadekarî dike ku dîplome bide xwendekarên ku perwerdeyê bi serkeftî diqedînin. Hemû xebatên navendê beleşin.

DI DEMA BAASÊ DE GIRTÎGEH BÛ

Menaf anî ziman ku avahiya ku ji aliyê rejîma BAAS û DAIŞ’ê ve weke girtîgeh dihat bikaranîn, veguherî navenda hunerê û wiha domand: “Ew avahî di dema rejîma BAAS’ê de girtîgehek girêdayî îstîxbarata siyasî bû. DAIŞ ev der bi temamî kir girtîgeh. Em vê derê bi alikariya Meclîsa Sivîl tamîrkir û di 31’ê Nîsana 2019’an de weke navenda hunerê vekir.”

DESTPÊKÊ OSO TALAN KIR

Menaf diyar kir ku berhemên dîrokî û çandî ên li herêmê destpêkê ji aliyê çeteyên OSO’ê ve yên di bin fermandariya dewleta Tirk de hatin dizîn û wiha pê de çû: “Destpêkê OSO muzeyê talankir û gelek berhemên dîrokî û çandî dizîn. Ziyana herî mezin jî bi çeteyên DAIŞ’ê ve giha. Tevahiya avahiyê talankirin. Hemû berhemên dîrokî û pirtûk hatin dizîn. Li paş tenê diwar mabûn. Hînek berhem ji aliyê gelên li derdora muzeyê dijîn ve hatin parastin. Em jî xwestin di destpêkê de alîkariya muzeyê bikin û kêm jî be bi komkirina berhemên mayî cewherê vê biparêzin.”

ZILMA REJÎMA BAAS Û DAIŞ’Ê

Alîkarê Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Reqa Menaf El Musa, xebatên çandî û zehmetiyên ku di dema dagirkeriya DAIŞ’ê de li bajer hatin jiyîn wiha anî ziman: “DAIŞ hemû asteng kirin. Em karîn bi tenê bi tîpên Erebî li diwaran nivîs binivîsin. Xebatê çandê ku pir aliyê vê demê hat qedexekirin. Gelek hunermend û rewşenbîr ji ber pêvajoya 4 salên bi zehmet nekarîn xebatên xwe bidomînin û neçar man ku birevin. Yên ku wiha nedikirin, tecrîdkirin. Kesên ku amurên muzîkê lêxistin û tabloyên portre çêkirin hatin girtin û kel û pelên hatin desteserkirin. Di dema rêjîma BAAS’ê de jî çand bi tenê li ser kesan dihat çêkirin. Rola çandê wê demê bi tenê bi vê yekê re sînordar bû. Kesên ku ji xeynî vê dixwestin pêşve biçin hatin girtin û lêpirsîn kirin."

PIŞTÎ AZADIYÊ

Menaf Musa da zanîn ku piştî rizgarkirina Reqa ji DAIŞ’ê, rexmê hemû zordariyan jî cardin xebatên çand û hunerî destpêkirine û wiha got: “Piştî rizgarkirinê di nava xebatên Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclîsa Sivîl ya Reqayê xebatên berhemên dîrokî jî çêbûn. Ez jî tevlî van xebatan bûm. Pêşî me bi tirs destpêkir. Armanca me berhemên dîrokî ên mayî komkirin û vekirina navenda hunerê bû. Em xwestin ku li çanda xwe bi vegerin û dewlemend bikin. Bi rastî, di destpêkê de xebatên me zehmet bûn. Hucreyên bidizî yên DAIŞ’ê hebûn. Dîsa ramanên dogmatîk hebûn. Ew bandor lê dikir. Piştî avakirina komîteyê salek şûnde em biryardan ku navendek çand û hunerê yên ku di nav de rewşenbîrên dilxwaz bi xebitin vekin. Her çiqas cihek biçûk jî be em xwestin ku cihekî ku xizmeta vî bajarê bike vekin. Weke ku hûn jî dizanin avahiyên ku li Reqayê ji sedî 90-95 zirar dîtin. Di dawî em gihiştin biryara ku cihê ku em niha lê ne bikirin. Piştî 4 sal şûnde em karîn ku navendek vekin. Gelek rewşên bi nirx ên piştî rizgarkirinê hene. Azadî, xebatên çand û hunerî û hwd di gelek mijaran de pêşiya me vekirin. Her çend projeyên me ên çandî hebin, em dikarin bi cîh bînin. Li gor vê jî em ê çand û taybetiyên civakî û exlaqî ya bajêr diparêzin. Li Reqayê di her malê de pirtûkxane û amûrên muzikê hene. Di her malê de hunermendek heye. Her çiqas karek din jî bikin ji çandê qut nînin. Weke navenda Çand û Huner em hêza xwe ji vê yekê digrin."