Jinên Kurd xwe ji bo Festîvala Şehîd Sema amade dikin

Di 4'ê Hezîranê de wê li Swêdê 1'emîn Festîvala Şehîd Sema (Fatoş Saglamgoz) bê lidarxistin.

Jinên Kurd ên li welatên Skandînavyayê, xwe ji bo 1'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Jinê ya Şehîd Sema amade dikin.

Festîval wê 4'ê Hezîranê li bajarê Goteborg ê Swêdê bê lidarxistin.

Ji festîvala ku wê bi dirûşma 'Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike û azad bibe' pêk were, Yekîtiya Jinên Kurd a li Skandînavyayê (YJK-Skandînavya) wê pêşengiyê bike.

Hunermend Çopî Fetah, Evîn Akbaş, Ozan Fîgen, Girîn Cizîrî, Koma Folklor a Keçên Rojava, Koma Defê ya Hejîn (jinên Rojhilat), Koma Folklor a Hindî (the third eye) wê derikevin ser dikê û hunera xwe nîşan bidin.

Her wiha di festîvalê de govend, şahiyên ji bo zarokan, pêşangehên cil û bergan, helbest, xwarin û kelepûrên Kurdewarî wê werin amadekirin.