Bêrû li Cenevreyê hate nîşandan

Lîstika polîtîk komedî ya Teatra Jiyana Nû Bêrû dest bi tûrneya li Swîsreyê kir.

Lîstikvanên Teatra Jiyana Nû ku di bin sîwanê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) kar dikin, bi lîstika xwe ya bi navê Bêrû piştî Fransayê, li Swîsreyê dest bi tûrneyê kirin.

Lîstika 'Bêrû' ya bi Kurdî ku ji ber berhema Darîo Fo hatiye amadekirin, qala siyaseta salên 1970'î ya li Îtalyayê dike.

Bêrû ku yekemcar sala 2020'î li Swîsreyê di nava şert û mercên şewbê de hate nîşandan, îsal li salona Mahatma Gandhî ya li Cenevreyê hate nîşandan. Lîstikê gelekî bala mirovan kişand.

Bêrû wê îro (23'ê Gulan) li Lûzernê, 25'ê Gulanê lİ Wîntherthûrê û 26'ê Gulanê jî li Bernê bê nîşandan.