Romana 'Geliyê Zîlan' a Çelebî hate weşandin

Romana 'Welatê Qedexe Geliyê Zîlan' a nivîskar Mahmûd Çelebî qala wan mirovan dike ku di komkujiyê de hatin qetil kirin, hatin sirgûnkirin, hatin zindanîkirin û êşkence li wan hate kirin.

Geliyê Zîlan ku li navçeya Erdîşê ya Wanê ye, di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Di dema Serhildana Agirî de sala 1930'î bi deh hezaran kes li Zîlanê hatin qetilkirin, êşkence li bi hezaran hate kirin û hatin sirgûnkirin. Zêdeyî 70 gund hatin valakirin. Nivîskar Mahmûd Çelebî di pirtûka xwe de ya bi navê 'Welatê Qedexe Geliyê Zîlan' de qala vê komkujiyê dike. Nivîskar Çelebî ji ANF'ê re qala romana xwe kir.

Çelebî got, "Vî welatî gelek êş kişandine, mixabin hîn jî dikişîne. Gava mirov li dîroka welat dinihêre, dibîne ku welat gelek êş û azar kişandiye. Ew êşa ku gelê vî welatî kişandiye tu zîrihî nekişandiye. Nav, çand, fikr û raman, bi kurtasî jiyana vî welatî qedexe ye û ev qedexetî di Geliyê Zîlan de zêdetir hatiye bikaranîn. Wek mînak, peyva 'Kurdistanê' qedexe ye. Li ser vî hişê vala navê Geliyê Zîlan di fermiyetê de kirine 'Altindere Harasi'."

Çelebî anî ziman ku pirtûka 'Welatê Qedexe Geliyê Zîlan' balê dikişîne ser jiyana qedexekirî û wiha dewam kir, "Ji bilî navê 'Welatê Qedexe' ti navî nekarî bû naveroka vê pirtûkê vebêje. Di nava pirtûka 'Welatê Qedexe' de berî her tiştî bi her awayî jiyana qedexe heye. Evîn heye, evîndarî heye, evîna evîndariyê heye, şahî heye, bi hemû rengên xwe çand heye, tehdayî heye, koçberî heye, nefîtî heye, xerîbî û bêçaretiya nefîtiyê heye, bêbextiya kambax û girêdayî vê kambaxiyê mirin heye. Leheng û qehremanên vê pirtûkê yên ku di romanê de cih digirin, yan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, yan hatine sirgûnkirin, yan di girtîgehan de mane yan jî gelek tehde li wan hatiye kirin.J i aliyê sosyojîk ve jiyana bi hemû rengên xwe tijî zor û zehmetî, koçberî, nefîtî, birîndarî, mirin û jiyana ku bi van hemû xerabiyan dewam bike, bandoreke çawa li ser derûniyê çêdike jî bi dorfirehî xuya dike."

Çelebî qala hovîtiya komkujiyê kir û got, "Bandoreke dijwar li mirovan dike. Mirin, perçebûna malbatan, xerîbî, li xerîbiyê ew belengaziya ku hatiye kişandin tev de bi qetlîaman derdikevin holê. Mixabin qetlîama Geliyê Zîlan jî bi xwe re encamên bi vî awayî derxistine holê û piştî gelek salan hîn jî bandorên li ser gel û derûniya gel bi awayekî zindî berdewam dikin. Gava mirov herdu serdeman dide ber hev û lê dinihêre, pir bi hêsanî dibîne ku di hişmendiya hikumranî û rêveberiyê  de tu guherîn çênebûye. Ango hiş heman hiş e. Lê belê di dîtin û hişmendiya gel de pêşveçûneke baş çêbûye. Jiyana derbasbûyî, êşên ku hatine kişandin, hişyarbûna li hemberî rastiyan, nêrîna serweran a li hember gel, şert û mercên cîhanê yên ku ji bo mirovahiyê derketine pêş, cesaretê mirovan a xweîfadekirinê; van hemû pêkhate, bûyer û ramanan di milê ferasetê de gel hîn zêdetir pêş de biriye û bûye xwedî fikr û ramaneke azadîxwez. Bi rastî jî min di vî milî de reaksiyonên gelek erênî girtin. Lewra gel çavlirê ye ku berhemên bi vî awayî zêdetir û xurtir bibin. Ger nivîskarên me di vî milî de baldartir tev bigerin, ez bawer im gelê me jî wê bêhtir razî be. Ez hêvî dikim ku her çandhez û kurdîhez tûrikê xwe yê dagirtî bi zimanê xwe valayî ser rûpelan bike. Lewre pêdiviya me jî, pêdiviya gelê me jî bi vê yekê heye."

MAHMÛD ÇELEBÎ

Nivîskar Mahmûd Çelebî, li navçeya Erdîşê ya Wanê ji dayik bûye. Xwendin xwe li Erdîşê qedandiye. Çelebî ku bi salan di nava partiyên siyasî yên Kurd de xebitî, piştre di rêveberiya KURDÎ-DER'ê de cih girt. Çelebî ku niha li Erdîşê ye û li ser wêjeya Kurdî dixebite.