ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê nobet di roja 27’emîn de ye: Em ê bi ser bikevin
Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike. -
OHD’ê têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Baroya Îzmîrê da
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Baroya Îzmîrê. -
Meşa rêzgirtina ji îradeyê re: Rêya demokrasiyê azadiya Abdullah Ocalan e
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, li “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” axivî û anî ziman ku heta desteserkirin bi dawî nebe ew ê li ber xwe bidin û got, “Rêya demokrasiyê azadiya Abdullah Ocalan e." -
Girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş: Zext, êşkence, tecrîd…
Di rapora têkildarî girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş hatî amadekirin de bal kişandin ser zext, êşkence û tecrîda li ser girtiyan û wiha hate gotin, “Tecrîda Îmraliyê divê demildest bê rakirin.” -
Zext û êşkenceya li girtiyan zêde dibe
Girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind ên Antalya û Tîpa Y a Sûlûcayê diyar kirin ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin û zext û êşkence zêde bûye. -
Nîna Karapetyan: Divê neheqiya li Ocalan tê kirin bi ti awayî neyê qebûlkirin
Parêzera Ermen Nîna Karapetyan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bang li her kesî kir ku tevlî kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çarserî ji pirsgirêka Kurd re' bibin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, serlêdan kirin. -
Çîçek: Mafê agahîwergirtinê yê civakê tê astengkirin
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat Selman Çîçek diyar kir ku civak ji bo xwedîderketina li mafê agahî wergirtinê divê bi hev re têkoşînê bimeşîne. -
ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê nobeta li dijî desteserkirinê di roja 26’emîn de ye
Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 26’emîn de berdewam dike. -
Li Wanê 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' dest pê kir
Li Wanê starta “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku dê ber bi Colemêrgê ve were lidarxistin û 6 rojan bidome hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Bi red, înkar û zextê re wê tu car li tu derê Kurdistanê şansê we nebe.” -
RTUK lîsansa Radyoya Vekirî betal kir
RTUK piştî biryara rawestandina weşanê ya li ser Radyoya Vekirî lîsansa radyoyê betal kir. Endamê RTUK’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku pirsgirêkekî teknîkî heye û wê pêvajoya îtîrazê hebe. -
DEM Partî êrîşên li ser zarokên penaber şermezar kir
Komîsyona Zarokan û Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê bi daxuyaniyekî nivîskî da û bang li raya giştî kir ku li dijî êrîşên li ser zarok û zarokên penaber rabin. -
PÎK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin
Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê da û bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin. -
Guzel ê piştî 31 salan hat berdan bicoş hat pêşwazîkirin
Serhat Guzel ê piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li bajarê xwe Amedê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. -
Halîde Turkoglû: Di 9’emîn Paketa Darazê de jin hedef tên girtin
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku di 9’emîn Paketa Darazê de jin hedef tên girtin û got, “Em ê destûrê nedin tu paket û vesazkirinên ku faîl diparêze.” -
KBDH’ê trafoya bajarokên betlaneyê, îmha kir
Milîsên Bêrîtan Nûrhak Çiya yên KBDH’ê ragihand ku wan li Bodrûmê li dijî trafoya ku elektrîkê dide bajarokên betlaneyê, çalakiya sabotajê lidar xist. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ê pêngavê bi çalakiyên nû dewam bikin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gotin, "Em çalakiya heyî diqedînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin. Em bang li gelê xwe dikin, ku ji bo Rêber Apo li ber xwe bidin." -
ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Ronahiya Sêwazê wê nevemire
Li Stenbol, Wan û Îzmîrê qurbaniyên Madimakê bi çalakiyan hatin bibîranîn. -
Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bîranîn
Di salvegera komkujiyê de şehîdên Madimakê ahtin bîranîn. Her wiha desthilatdarî hate şermezarkirin, ji ber ku kujeran diparêze. -
MARDEF’ê têkildarî Komkujiya Sêwasê daxuyanî da
MARDEF’ê di salvegera Komkujiya Sêwasê de daxuyanî da û diyar kir ku li Otela Madimakê 33 rewşenbîr û kedkarên Elewî hatin şewitandin û qetilkirin û got ku komkujî bûne kevneşopiyên dewletê. -
Tulay Hatîmogûllari: Krîza li Sûriyeyê bi hevdîtina bi Kurdan re çareser dibe
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Rêya rastî ya lihevkirina bi Şamê re ji Qamişlo û Kobanê derbas dibe." Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê jî da û berxwedana dayikan silav kir. -
Çawişên pispor ên dest dirêjî zarokan kirin, hatin berdan
Çawişên pispor ên Tirk ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê dest dirêjî 2 zarokan kirin, piştî hatin binçavkirin hatin berdan.