Li Stenbolê nobeta li dijî desteserkirinê di roja 26’emîn de ye

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 26’emîn de berdewam dike.

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li Beyoglûyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 26’emîn de berdewam dike. Gelek partiyên siyasî, komelek, sendîka û nûnerê rêxistinan tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Berdevkê Komsiyona Koç û Penaberan a DEM Partiyê Mûrad Mihçi bertek nîşanî êrîşên nijadperest ên li ser penaberan da û got: “Di rojên dawî de ji ber êrîşên nijadperest ên li ser panaberan li gelek bajaran jiyana penaberan di bin gefê de ye. Li hemberî van êrîşan desthilat û muxalefet bêdeng e. Em hemû penaberin. Kî dikare îdia bike ku li vê dinyayê ne penabere? Hişmendiya îro êrîşî koçber û penaberan dike hişmendiya ku qeyûm diafirîne hemane. Em ji qeyûm re dibêjin na. Li dijî êrîşên li ser penaberan em li gel gelan in. “

Ji Komîsyona Bawerî û Gelan a HDK'ê Mustafa Can jî bertek nîşanî desteserkirinê da û got: “Qeyûm dizî bi xwe ye. Demokrasî jî gel bi xwe ye.”

Aktivîst Fatma Yavuz jî anî ziman ku ew ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re hatiye.