ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

'Meşa hurmeta li îradeyê' ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê tê kirin û çalakiyên nobedê yên bi heman armancê wê bêne şopandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok diyar kir ku heta xweparastin nebe, rêxistiniya di asta herî baş de nebe şoreş pêk nayê û destnîşan kir ku xweparastin ji kesekî di re nayê hiştin.

Endama Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Laura Castel Fort anî ziman ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li cîhanê nîne û got, "Êşkenceyeke giran li Birêz Ocalan tê ferzkirin. Li Guatemalayê jî sîstemeke bi vî rengî ya tecrîdê nehatiye dîtin. Bêdengî nabe."

Fedaiyên ku dewreya perwerdeyê di 30'ê Hezîranê de temam kirin, di merasîma mezûniyetê de gotin, "Êriş li ku derê li hemberî gelê me bê kirin em ê li wir bin û bi rêbaza Zîlan bi ser bikevin."

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat Selman Çîçek diyar kir ku civak ji bo xwedîderketina li mafê agahî wergirtinê divê bi hev re têkoşînê bimeşîne.