Guzel ê piştî 31 salan hat berdan bicoş hat pêşwazîkirin

Serhat Guzel ê piştî 31 salan ji girtîgehê hate berdan, li bajarê xwe Amedê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin.

Girtî Serhat Guzel (52) ê li Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Antalyayê dihate ragirtin û berdana wî 2 caran 6 mehan hate taloqkirin piştî 31 salan duh êvarî hate berdan. Guzel, li bajarê xwe Amedê bi awayekî bicoş hate pêşwazîkirin. Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û gelek kesan Guzel li balafirgehê bi çepik û tilîliyan pêşwazî kir. 

Guzel ê li balafirgehê axaftineke kurt kir, wiha got: “Ez ji girtîgehê derketim lê aliyekî min jî xemgîn e. Silavên hevalan hebûn. Ez keyfxweş im ku ji bo bi gelê me re me lê hêj ne azad im. Têkoşîna me dê ji niha û şunde jî berdewam bike.” Guzel pişt re bi malbata xwe re derbasî navçeya Erxeniyê bû. 

Guzel, ê li Samsûnê di 15’ê Sibata 1991’an de hate girtin û li Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin, cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn. Guzel bi dorê li Girtîgehên Mêrdîn, Ordû, Amasya, Erzirom, Kirikkale û herî dawî li Girtîgeha Tîpa S a Ewlehiya Bilind a Antalyayê hate ragirtin. Berdana Guzel du caran ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve bi hinceta “ferzkirina poşmantiyê” qebûl nekiriye hate taloqkirin.