BI DÎMEN

Li Wanê 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' dest pê kir

Li Wanê starta “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku dê ber bi Colemêrgê ve were lidarxistin û 6 rojan bidome hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Bi red, înkar û zextê re wê tu car li tu derê Kurdistanê şansê we nebe.”

MEŞA RÊZGIRTINA LI VÎNÊ

Di 3’yê Hezîranê de Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hate desteserkirin. Li dijî desteserkirinê  “Meşa Rêzgirtina li Vînê” hatibû destpêkirin û hêj didome. Meşa Rêzgirtina li Vînê ku ji Marmara û Egeyê destpê kir û li Enqere, Edene, Êlih û Amedê dewam kir, îro gihişt Wanê. Di vê çarçoveyê de starta ji Wanê ber bi Colemêrgê ve meşeke ku dê 6 rojan bidome hat dayîn. Meşvanên ku li WanÊ bi girseyî hatin pêşwazîkirin, ji îro ve wê 6 rojan rêya navbera Wan-Colemêrg bimeşin.

Beriya meşê li Parka Mûsa Anter daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek parlementer, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ku pêşmalkên “Rêzgirtina li Îradeyê” hatin li xwe kirin. Dirûşmeyên “Em rê nadin qeyûm”,  “Colemêrg ya me ye” hatin berzkirin.

Bakirhan anî ziman ku li tu derê cîhanê bi daxwaza “Rêzgirtina li Vînê” meş naye kirin û ev şerma welat e.

Bakirhan: “Sindoq tên danîn, li çar aliyê Tirkiyeyê gel vîna xwe xwe hildibijêre ama vînê gel nas nakin. Meşa rêzgirtina li vînê şerma vî welatî ye. Yan hûn ê sindoqê nedanin, yan jî dema sindoq were danîn hûn ê bibêjin “Kurd nikarin dengê xwe bidin. Lê ger we sindoqê danîbe hûn ê rêzê bigirin. Ger hûn rêzê negirin, gelê ku wan rêvebiran hilbijart wê xwedî li vîna xwe derbikeve.”

Bakirhan da zanîn ku divê biryara der barê Colemêrgê de hatiye dayîn demildest şûnde bê kirşandin û got: “Dest ji vê nêzîkatiya xwe ya dijhiqûqî berdin. Mehmet Siddik Akiş berdin. Ger hûn bixwe bawer bin bi namzetên di hilbijartinên din de derxin pêş me. Gel kê hilbijêre em rêzd bidin. Berovajî vê wê bi welat bide windakirin. Ma tiştekî wisa dibe? Ev şerma Tirkiyeyê ye. Divê dest ji vê şermê berdin. Ez bang li rêveberên vî welatî dikim ku dest ji vê şermê berdin.”

Bakirhan anî ziman ku ew ê têkoşînê bidomînin û got: “Pê bawer bibin ku bi red, înkar û zextê re wê tu car li tu derê Kurdistanê şansê we nebe.”

Piştî daxuyaniyê starta meşa ji bo 6 rojan hat dayîn. Girse bi dirûşmeyên “Em rê nadin qeyûm”, “Colemêrg ya me ye” dest bi meşê kirin.

Tê payîn ku meşvan îro nêzî 20 kîlometre bimeşin û bigihêjin navçeya Payîzava ya Wanê.