KBDH’ê trafoya bajarokên betlaneyê, îmha kir

Milîsên Bêrîtan Nûrhak Çiya yên KBDH’ê ragihand ku wan li Bodrûmê li dijî trafoya ku elektrîkê dide bajarokên betlaneyê, çalakiya sabotajê lidar xist.

MILÎSÊN KBDH'Ê

Milîsên Bêrîtan Nûrhak Çiya yên KBDH’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku roja 29’ê Hezîranê wan trafoya ku elektrîkê dide bajarokên Guvercînlîk û Adabuku yên Bodrûmê, îmha kir.

KBDH’ê ragihand ku ev çalakî weke bersiva “li dijî operasyona leşkerî ya ku artêşa dagirker li Bakurê Kurdistanê dayî destpêkirin” hatiye lidarxistin û got: “Di encama teqînê de trafo îmha bû û demek dirêj elekrîk nehat dayîna bajarokan.”

Di daxuyaniyê de ev hişyarî hate kirin: “Operasyonên leşkerî yên ku li Bakur dewam dikin, wê bêencam bimînin. Gerîla wê berxwedana xwe mezin bike. Milîsên me wê li dijî van êrîşên dagirkerî û îmhayê, bêdeng nemînin, wê her kêlî bibin şevtirska dijminê faşîst û piştevanên wê, wê metropolên Tirkiyeyê veguherînin guloka agir.”

KBDH’ê ev tişt jî got: “Di serî de ciwan, divê gelê me hem biçe herêmên operasyonê û hem jî xwedî li şehîdên xwe derkeve. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û her kesê hevkarê vî şerê wê yê qirêj, wê hesabê bidin. Em bang li hemû ciwan û şoreşgeran dikin; berxwedana gerîla mezin bikin û li dijî faşîzmê têbikoşin.”