Li Stenbolê nobet di roja 27’emîn de ye: Em ê bi ser bikevin

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike.

NOBETA LI DIJÎ DESTESERKIRINÊ

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike. Di nobetê de tîşortên “Qeyûm bicehime” li xwe hatin kirin û pankartên “Taksîm, Colemêrg ya me ye, ji 1’ê Gulanê re azadî, qeyûm bicehime” hatin vekirin. Di çalakiya nobetê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin”, “Her cih Colemêrg her cih berxwedan”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Qeyûm wê biçe em ê li bimînin” hatin berzkirin.

‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’

Di çalakiyê de Hevserokê DEM Partiyê yê Bakirkoyê Abdulkadir Akdogan axivî û anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên desteserkirinê yên desthilatê heta dawiyê li ber xwe bidin. Akdogan diyar kir ku yên îro şaredariyên Kurdistanê deseser dikin, wê sibe şaredariyên her cihî desteser bikin û got: “Lê tiştek hatiye jibîrkirin, gelê Kurd timî wê xwedî li vîna xwe derkeve.”

‘ME RUHÊ BERXWEDANÊ JI MAZLÛM, HAYRÎ Û KEMALAN GIRTIYE’

Endamê ESP’ê Erol Tûnç jî axivî û got: “Em ê li dijî hemû zextên faşîzmê bi hevre li ber xwe bidin. Me rûhê berxwedanê ji Mazlûm, Hayrî û Kemalan girtiye. Em ê heta dawiyê ligel doza azadiyê ya gelê Kurd bin.”

Serokê Komeleyên Çewlîg û Dersimê Ozgur Karakoç jî axivî û got ku têkoşîna hevpar wê bi serbikeve.