ROJEVA 3'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê anî ziman ku êrişên nijadperestî yên li dijî penaberan lîstikek AKP-MHP'ê ya li dijî gelan e û got, "Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bi gelên Sûriyeyê re bikin û li ber êrişên faşîst rabin."

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bi wesîleya sala 5'emîn a şehadeta Helmet Diyar bang li xelkê Başûr kir ku rêxistiniya xwe ya civakî xurt bike, destketiyên xwe biparêze û bi ruyê yekîtiya neteweyî dagirkeriya Tirk ji Kurdistanê biavêje.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Hevala Zîlan di navbera me û jiyana azad û bi wate de bû pirek. Divê jin û ciwanên vê demê, civaka Kurdistanê baş fêhm bikin bê hevala Zîlan qala kîjan jiyanê dikir."

Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi xweparastina jinê edaleta civakî xurt bûye û got, "Bi jin a rêxistinbûyî xweparastin hate xurtkirin."