Tulay Hatîmogûllari: Krîza li Sûriyeyê bi hevdîtina bi Kurdan re çareser dibe

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Rêya rastî ya lihevkirina bi Şamê re ji Qamişlo û Kobanê derbas dibe." Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê jî da û berxwedana dayikan silav kir.

KOMA DEM PARTIYÊ

Hevseroka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclîsê de mijarên di rojevê de ne nirxand. Dayikên ku ji bo li dijî tecrîdê li ber Dadgeha Destûra Bingehîn daxuyaniyê bidin çapemeniyê hatin Enqereyê, tevlî civîna koma DEM Partiyê bûn. Dayikan tim û tim dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindanan" qîriyan.

Tulay Hatîmogûllari qurbaniyên Komkujiya Madimakê bi bîr anî û got, "Ji bo girtina bersûcên reviyayî gavek şênber nehat avêtin. Dema ku biryara li ser dembihurînê ya têkildarî dozê hate eşkerekirin, Erdogan got, li ser xêrê be."

Tulay Hatîmogûllari got, "Di bin sîwana vê parlamentê ji bo rûbirûbûna bi komkujiyên Elewiyan, Roboskî û komkujiyên mîna wan komîsyon divê bê avakirin."

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser hewldanên Erdogan ên ji bo xwe nêzîkkirina li rêveberiya Şamê û got, "Dibêje ti karekî me li Sûriyeyê nîne. Dibêje, em tevlî karên navxweyî yên Sûriyeyê nabin. Dostê min Esad ji nişka ve bû dijmin Esed û niha careke din dixwazin vegerin dostê min Esad. Ji bo hevdîtinan ev bi sala ye di nava hewldanan de ne. Ev ne helwestekî nû ye. Baş e lê heke çi karê we bi karên navxweyî nebe, wê demê we çima qeymeqam tayînî Efrînê kir, we çima şaxa Zanîngeha Dîlokê li wir vekirin, we çima PTT vekirin û hûn çima mûçeyê OSO’yê bi lîreyê tirk didin? Ma heke ev xwetevîkirina karên navxweyî nebe wê demê çi ye?”

Hatîmogûllari got, “Tirkiye ji ber cihê xwe yê jeostratejîk, her tim ji bo herêmê û cîhanê bû welatekî girîng. Em tevek di ferqa vê de ne. Em li vir careke din dubare dikin; erê divê Tirkiye bi awayekî fermî bi Sûriyeyê re hevdîtinan bike. Divê bi Esad re hevdîtinan bike. Dema ev hevdîtin tên kirin, divê bi îradeya gelê kurd a li wir re jî hevdîtin bên kirin. Divê li wir bi Qamişloyê re jî hevdîtin bên kirin. Em vê yekê baş dizanin ku heke pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, îxtîmal nîne ku Tirkiye di siyaseta derveyî welat de serkeftî be. Û em vê hişyariyê careke din dikin; Tirkiye li şûna ku bi rêya wezareta karên derve guftûgo û dîplomasiyê bike, van xebatan MÎT dike. Xebatekî îstîxbarî ye, nabe ku siyaseta derveyî welat weke xebatên îstîxbarî bên meşandin. Di vê mijarê de gotina min a dawî ev e; rêya lihevkirineke jêbawer a bi Şamê re, bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên aştiyane û demokratîk pêkan e. Rêya rasteqîn, ji Qamişlo û Kobanê re derbas dibe.”

Dayikên me yên Aştiyê jî li vir in. Jiyan û serpêhatiya van dayikên me her yek ji wan bi serê xwe dibe romanek û pirtûkek. Her yek ji wan bi awayek cuda dilê wan şewitî ye û windahiyên wan hene. Lê belê hemû xwedî êşek hevpar in. Daxwaza van dayikên me yên dilşewat heye; aştî. Tevî hemû êş û xema hatiye serê wan jî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernadin. Ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê dayikên me îro livir in. Dayikên me bi israr ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi şiklê demokratîk û aştiyane di têkoşîna xwe de israr dikin. Daxwaza sereke ya dayikên me ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.

Dayikên me ji Wezîrê Dadê daxwaza hevdîtinê kirin. Belê hevdîtinek pêk hat lê belê Wezîrê Dadê bi qasî serê derziyê ji bo pirsgirêk bên çareserkirin tu çareseriyek pêşniyaz nekir. Niha li girtîgehan çalakiya bi daxwaza rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi şiklê demokratîk berdewam dike. Dayik li aliyekî piştgiriya vê berxwedanê dikin û li aliyekî jî her hefte tên Enqereyê û diçin ber Wezareta Dadê û li vir daxwazên wan tevahiya Tirkiyeyê bihîst. Em jî wek DEM Partiyê dibêjin; em ê heta dawiyê li pey daxwazên we bin. Em ê mil bidin milê hev û têkoşîna xwe bidomînin. Ez bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînim.

Erdogan piştî têkçûna xwe ya di hilbijartina xwecihî de behsa asayîbûnê kir. Asayîbûnek ûcebeyî anî rojeva Tirkiyeyê. Heke li Tirkiyeyê hemû ked û têkoşîn û keda dayikan ji nedîtî ve were dîtin, asayîbûn nayê vî welatî. Gelê kurd tevî hemû zextên li ser xwe jî hevşaredarên xwe bijart. Niha wezîfeya xwe ya li şaredariyan bi rê ve dibin. Li ber rewşa bêhiqûqî û rewşa anormal kar û barên xwe dikin. Ji ber serkeftina partiya me rabûn qeyûm tayînî şaredariya me ya Colemêrgê kirin. Me wek hemû pêkhateyên Tirkiyeyê li Qada Kartalê dengê xwe bilind kir û daxwaza me hemûyan ev bû; em ji bo ked û azadiya xwe qeyûman naxwazin û em ê rê nedin qeyûman. Belê em ê rê nedin qeyûman. Qeyûm ne rewa ye û derqanûnî ye. Qeyûm carek din di 31’ê Adarê de hat binaxkirin. Divê ku demildest dest ji polîtîkaya qeyûm bê berdan. Divê Viyan Tekçe ya ku Meclisa Şaredariya Colemêrgê wê wek serokwekîla şaredariyê bijartiye, demildest ji bo serokwekîliyê bê tayînkirin.

Em ê serê xwe li ber polîtîkaya Erdogan û desthilatdariya wî netewînin. Em ê nekevin xefika polîtîkaya wî ya şaş. Em ê her li ber polîtîkayên xelet ên desthilatdariyê bisekinin û rabin. Em ê wek partiyek muxalefetê her li cem karkeran, kedkaran, jinan, feqîran, cotkaran, teqawidan, ciwanan, astengdaran yanî bi hevokek zelal, em ê li cem hemû netew û baweriyên ku keda wan tê xwarin û bindest bin. Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê yên xelet, bi awayek xurt li ser pêya bisekinin.”