MARDEF’ê têkildarî Komkujiya Sêwasê daxuyanî da

MARDEF’ê di salvegera Komkujiya Sêwasê de daxuyanî da û diyar kir ku li Otela Madimakê 33 rewşenbîr û kedkarên Elewî hatin şewitandin û qetilkirin û got ku komkujî bûne kevneşopiyên dewletê.

DAXUYANIYA MARDEF’Ê

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Mereşê (MARDEF) di salvegera Komkujiya Sêwasê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de bûyerên dîrokî yên li herêmên cur be cur ên Tirkiyeyê qewimîne, hate bibîrxistin û hat destnîşankirin ku berpirsyarê gelek komkujiyan dewleta faşîst û paşverûtiya Îslamperestiya polîtîk e.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Sêwasê beriya 31 salan roja 2’yê Tîrmehê 33 rewşenbîr û kedkarên Elewî yên beşdarî çalakiyên Pîr Sûltan Abdal bûne, li Otela Madimakê hatin şewitandin û qetilkirin. Di hafizaya me ya civakî de komkujiya Sêwasê weke hovîtiyeke paşverûtiya îslamperest a polîtîk û dewleta faşîst bi cih bûye. Piştî vê komkujiyê jî xaka Enetolî/Mezopotamyayê gelek caran şahidî ji komkujiyan re kiriye. Ji komkujiya Gaziyê heta Pirsûsê, ji komkujiya gara Enqereyê heta Taksîmê gelek caran gel rû bi rûyê mirin û hovîtiyê ma.

Hemû komkujiyên li xaka Enetolî/Mezopotamyayê qewimîne, nîşan didin ku ev kevneşopiya dewletê ye. Dema mirov li piştplana komkujiyan dinêre, desthilatdar tên dîtin. Tifaqên bi xwîn di roja me de di desthilatdariya AKP-MHP’ê de nû bûne, di kodên avabûnê yên dewletê de xebitîne û kevneşopiya yekperest û qirker dewam kiriye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “Di serî de gelê me yê ku ji ber baweriya xwe ya Elewîtiyê bindest bûne, weke hemû bindestên ku rû bi rûyê zilma dewleta faşîst mane, karker û kedkaran divê em dakevin kolanan û hesabê komkujiya Sêwasê bipirsin. Di sala 31’emîn a komkujiyê de, em li dijî zihniyeta yekperest û faşîst têkoşîna hevpar xurt bikin.”

Daxuyanî bi vê gotinê bi dawî bû: “Em nîşan bidin ku kujer wê nekarin xwe ji me rizgar bikin, em hesab bipirsin!”