Cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El Ugle hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El Ugle ê di 3’yê Tîrmehê de li Zirganê şehî bû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Samî El Ugle ê di 3’yê Tîrmehê de li Zirganê şehî bû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hat veşartin.
Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Samî El Ugle ê di 3’yê Tîrmehê de li Zirganê şehî bû, li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li Hesekê hat veşartin.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîze Hesen di merasîmê de axivî û got: “Îro em lehengekî vê xakê şehîd Samî El Ugle oxir dikin. Em soz didin şehîdan em ê heta dawiyê li ser şopa wan bimeşin.”
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Mihemed Elî El Cewher jî axivî û wiha got: “Em ne ji mirinê, lê ji zordarî û zilma li ser gelê me ditirsin. Em ê di têkoşîna ji bo azadiyê de ti carî gavek paşde navêjin.”
Cenazeyê şehîd bi tilîlî û dirûşmeyan hate veşartin.