OHD’ê têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Baroya Îzmîrê da

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê têkildarî tecrîda Îmraliyê serî li Baroya Îzmîrê.

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, serî li Baroya Îzmîrê da. OHD’ê di 29’ê mijdara 2022’yan de jî serlêdan kiribû lê encamek jê derneketibû. OHD’ê xwest ku baro têkildarî mijarê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike. 

Daxwazname ji hêla rêveberên şaxa OHD’ê ve hate dayîn û hat gotin ku ji ber tecrîda li Îmraliyê, parêzer û malbat ev 40 meh in tu agahiyan nagirin. Bi domdarî hat gotin ku têkiliya girtiyan a bi cîhanê re bi temamî hatiye qutkirin û têkildarî jiyana wan fikarên wan hene. Daxwazname wiha dom kir: “Tevî vê fikara mafdar jî ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha tu agahî ji girtiyan nayên girtin. Di vê pêvajoyê de bi girtiyan re tu pêwendiyên fîzîkî çênebûne, ne li ser telefonê ne jî bi rêya nameyan pêwendî nehatine danîn. Ev rewş jî fikarên heyî hêj mezinitir dikin.”

  Di berdewamê de hat destnîşankirin ku serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi awayekî periyodîk nayên bersivandin û wiha hat gotin: “Her sê mehan carekê cezayên disiplînê yên girtiyan tên nûkirin û bi vê hincetê hevdîtina bi malbatan re tên astengkirin û ev qedexe bi awayekî domdar tên domandin. Dadgeriya Înfazê ya Bursayê bi awayekî sîstematîk her 6 mehan carekê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dide. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin. Divê li gel serlêdan û giliyan, her wiha esasên biryarên qedexeyê û sedemên wê ji parêzeran re bên teblîxkirin û qeydên wan ên UYAP’ê hebin. Lê belê ev daxwaz tên redkirin. Li dijî van qedexeyên bêbingeh, bi veşarî tên domandin û tu bingeheke wan a qanûnî nîne, parêzer serî li Dadgeha Destûra Bingehîn didin.” 

DIVÊ MERCÊN RÊ LI BER FIKARAN VEDIKIN BÊN BIDAWÎKIRIN 

Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku tiştên li Îmraliyê diqewimin binpêkrina hiqûqa navneteweyî û qanûna bingehîn a Tirkiyeyê ye. Daxwazname wiha berdewam kir: “Parastina serdestiya hiqûqê û mafên mirovan û karîgerkirina van têgehan, peywira esasî ya baroyan e. Di heman demê de, di çarçoveya qanûna parêzertiyê de divê rûmeta parêzertiyê û pergala pîşeyî were parastin, divê ev pîşeya li gorî armanca wê ya edaletê û dilsoziya pê re bi awayekî rûmete were kirin.” Bi domdarî hat gotin ku weke hezar û 330 parêzeran ew dixwazin ku Baroya Îzmîrê di çarçoveya serlêdana bi dîroka 22.01.2024’ê û ya bi hejmar 2024/1926-4’ê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin û ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re û bidawîkirina mercên nebaş ên girtiyan bikevin nava hewldanan.”