Zext û êşkenceya li girtiyan zêde dibe

Girtiyên li girtîgehên bi ewlekariya bilind ên Antalya û Tîpa Y a Sûlûcayê diyar kirin ku mafê wan ê dermankirinê tê astengkirin û zext û êşkence zêde bûye.

Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tên ragirtin, bi rêya malbatên xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin parve kirin. Girtiyan diyar kirin ku berdana gelek girtiyan ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ve hatiye astengkirin û wiha gotin: “Li girtîgehê di nava qawişan de kamera bi cih kirine. Bi van kamerayan, cihê raketinê, tuwalet û odeyên me bi temamî tên temaşekirin. Tevî îtîrazên me jî kamerayên ku hem dîmen hem jî qeyda deng digirin nehatin rakirin.”

EDENE

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê jî girtiyan diyarkirin ku şertên nebaş didomin. Girtiyên ku bi rêya malbatên xwe rewşa xwe ji rayagiştî re ragihandin, dan zanîn ku di 6’ê hezîranê de bi awayekî bêhiqûqî û keyfî ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Kurkçuler a Edeneyê sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê hatine kirin û di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.

Girtiyan, diyar kir ku di germa Edeneyê de bêyî vantîlator û sarinc di hucreyên yek kesî de tên ragirtin û rojê tenê saetekê derdixînin cihê hewadariyê û wiha gotin: “3 sal in ji bo ku em ferzkirina mûayeneya bi kelemçe û lêgerîna nava dev ku li dijî rûmeta mirovahiyê ne qebûl nekirine me nabin nexweşxaneyê. 3 sal in mafê me yê tedawiyê tê astengkirin. Li hemû girtîgehên Edeneyê cenderme mûayeneya bi kelemçe û lêgerîna nava dev ferz dike. Li Girtîgeha Tîpa Y a Sûlûca ya Edeneyê hevalên me yên rewşa wan a aboriyê baş karîn vantîlator û sarincê bikirin û deynin hucreyên xwe. Lê hevalên me yên rewşa wan a aboriyê nebaş in nekarin bikirin. Em di bin şertên gelek nebaş de ne. Em bang li rayagiştî û saziyên têkildar dikin. Em dixwazin şert û mercên heyî bên sererastkirin.”