BI DÎMEN

Meşa rêzgirtina ji îradeyê re: Rêya demokrasiyê azadiya Abdullah Ocalan e

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, li “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” axivî û anî ziman ku heta desteserkirin bi dawî nebe ew ê li ber xwe bidin û got, “Rêya demokrasiyê azadiya Abdullah Ocalan e."

Di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatibû desteserkirin û li dijî desteserkirinê “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” hatibû destpêkirin. Meş, li navçeya Payîzava ya Wanê didome. Meşvanan, li mezraya Tekmala Şêx Safiyeddîn daxuyanî dan. 

‘HETA KU EV JI BIRYAARA XWE DIZIVIRIN EM Ê TÊBIKOŞIN'

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz, diyar kir ku ji bo îradeya gelê Colemêrgê û gelan dimeşin. Aydenîz, bi lêv kir kum eş ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ye û wiha got: “Em ji bo pêşeroja gelên Kurd û Tirk dimeşin. Desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê rêveberiyeke ku îradeya kesê nas nake nîşan dide. Ev meş ji bo hemû gelan firsendeke. Divê pêkanîna qeyûm bi paş ve bê kişandin. Heta ku ev ji vê biryara xwe dizivirin em ê têbikoşin.”

‘RÊYA DEMOKRASIYÊ AZADIYA ABDULLAH OCALAN E’

Aydenîz, anî ziman ku her ku diçe krîz kûr dibin û wiha got: “Rêya derketina ji vê krîzê naskirina îradeya gel e. Qeyûm darbe ye. Gelê Kurd û dostên wan ji ber vê darbeyê dimeşin. Heke ev darbe berdewam bike dê ev welat bibe girtîgeha vekirî. Rêya berdewamkirina van polîtîkayan jî di tecrîdê de dibînin. Em ne tenê ji bo tayînkirina qeyûm, ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan jî dimeşin. Ji bo pêşeroja welat divê tecrîd bê rakirin û birêz Ocalan azad bibe. Heta ku ev polîtîka bidawî nebin dê têkoşîna me bidome. Divê mûxalefet jî bizane ku rêya demokrasiyê di Colemêrgê re, ji azadiya gelê Kurd û birêz Ocalan re derbas dibe.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” ya her tim dihate berzkirin bi dawî bû. Meşvan pişt re ber bi Tesîsên Bêhnvedanê yên Dogûyê dest bi meşê kirin.