BI DÎMEN

Çîçek: Mafê agahîwergirtinê yê civakê tê astengkirin

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat Selman Çîçek diyar kir ku civak ji bo xwedîderketina li mafê agahî wergirtinê divê bi hev re têkoşînê bimeşîne.

AZADIYA ÇAPEMENIYÊ

Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek anî ziman ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne, ji xwe dane jî vê yekê nîşan didin.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku dema ew bala xwe didin ser raporên saziyên çapemeniyê yên navneteweyî, dibînin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê nîne, di rêza azadiya çapemeniyê de ji nava 180 welatan di rêza 165'an de ye.

Çîçek anî ziman, yek ji sedemên esasî yên nebûna azadiya çapemeniyê israra desthilatdariya AKP-MHP'ê ya di polîtîkayên şer de ye û êrişa li ser çapemeniyê ye ku ji bo veşartina polîtîkayên xizaniyê dike.

Çîçek ragihand ku desthilatdariya AKP'ê di salên destpêkê yên desthilatdariya xwe de hin komên medyayê kirî, saziyên medyayê xist bin kontrola xwe û got, "Tenê çend saziyên çapemeniya muxalîf û çapemeniya azad man. Ew jî bi derfetên xwe têkoşiyan û hewl didin rastiyan bigihînin gel. Piştî ku medya yekdestî bû, ji desthilatdariyê hebû ku gihîştiye armanca xwe, lê belê hêza çapemeniya azad, sekna wê ya tawîzê nade ji nedîtî ve hat. Çapemeniya azad û saziyên medyayê yên muxalîf karê xwe yê ragihandina rastiyan dewam kirin. Bi vî rengî hewl dan bigihêjin gel û vê yekê bandoreke cidî kir. Desthilatdarî dixwaze çapemeniya muxalîf û azad bêdeng bike."

ZEXTA DEZENFORMASYONÊ

Çîçek diyar kir ku mafê nûçewergirtinê ya civakê gelekî kêm e, ji ber ku zexta dezenformasyonê li ser mirovan heye û got, "Mixabin ji ber ku saziyên çapemeniyê di bin destê desthilatdariyê de ne mirov nikarin bigihêjin nûçeyên rast û rasteqîn. Bifikirin, li Tirkiyeyê dema ku bûyerek diqewime 8 rojname heman manşetê bi kar tînin. Ev radixe pêş çavan ku hemû nûçe ji cihekî têne amadekirin. Lewma mafê civakê yê wergirtina agahiyan heye, lê belê ev rewş tê astengkirin. Desthilatdarî medyayê dixe bin destê xwe, malperên nûçeyan asteng dike. Dema dawî yek ji karên sereke ku desthilatdarî dike, astengkirina malperan e. Ev hemû li pêşiya agahîwergirtina civakê dibin astengî."

DIVÊ EM BI RENGEKÎ RÊXISTINÎ TÊBIKOŞIN

Çîçek anî ziman ku rojnamevanên mafê agahîwergirtinê yê gel diparêzin û di vê çarçoveyê de tevdigerin li zexta desthilatdariya AKP-MHP'ê rast tên û got, "Rojnamevnên girtî meseleyeke cidî ye. Dema ku em li dema dawî dinihêrin, dibînin ku zêdeyî 40 rojnamevan girtî ne. Dosyayên wan hemûyan jî li ser îfadeya şahidên veşartî ne. Ev rewş li dijî hiqûqê û li dijî destûra bingehîn e. Rojnamevan hemû ji ber amadekirina nûçeyan girtî ne. Rewşeke ji bo astengkirina pîşe ye. Ya rast li Tirkiyeyê karê rojnamevantiyê weke sûc tê dîtin. Mixabin li Tirkiyeyê pîşeyê rojnamevantiyê bi rengekî cidî tê darizandin û haya cîhanê jî ji vê heye. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê em rojnamevan xwe bi rêxistin bikin. Bi taybetî dema dawî me girîngiya hêza rêxistinî dît. Bi taybetî di serdegirtina li PEL Produksiyonê de tevneke piştevaniyê ya gelek saziyan hate afirandin. Tevî komeleya me hem Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, DÎSK Basin-Îş, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê û saziyên çapemeniyê yên navneteweyî di nava piştevaniyê de bûn. Vê piştevaniyê ev yek nîşanî me da; em çiqasî hêza xwe bikin yek wê desthilatdarî paşve gavê biavêje. Desthilatdarî ji hêza rêxistinî gelekî ditirse. Ji bo em karibin pîşeyê rojnamevantiyê biparêzin divê em bi rengekî rêxistinî têbikoşin."