Çawişên pispor ên dest dirêjî zarokan kirin, hatin berdan

Çawişên pispor ên Tirk ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê dest dirêjî 2 zarokan kirin, piştî hatin binçavkirin hatin berdan.

Di roja dawî ya “Mîhrîcana Foto Safarî û Sporên Xwezayî ya Çelê” de konser hat li darxistin. Mîhrîcan ji hêla Walîtiya Colemêrgê ve hat organîzekirin û li navçeya Çelê hat lidarxistin. Di konserê de çawişên pispor du zarokên keç ên temenê wan 16-17 tacîz kirin. Dema xelkê navçeyê bi rewşê zanîn, mudaxileyî çawişên pispor kirin. Di vê navberê de faîlên tacîzê hatin derbkirin û rakirin nexweşxaneyê. Gelek malbatan têkildarî bûyerê gilî kirin. Piştî tedawiya li nexweşxaneyê, ji 5 çawişên pispor 2 jê li ser giliyê gel hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku çawişên pispor piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan. Hat zanîn ku çawişên pispor giliyê ciwanên mudaxile kiribûn kirin.