ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên ku ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê têne lidarxistin wê werin şopandin.

Çalakiyên xizmên windahiyan ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

Alî Bozan anî ziman, bêdengiya li bajarên rojava ya li hemberî şewata daristanên li Kurdistanê encama polîtîkaya dewletê ya li ser Kurdistanê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hiqûqa mêtingeriyê tevdigere.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku endamên bankamatîkê dişînin pêşiya şaredariyên wan, bi vî rengî provokasyonê dikin û got, "Ev mejî wê winda bike. Em ê nehêlin ku ya gel bidizin."

Rohilat Muslim ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker neçar ma du caran koç bike, anî ziman ku jinên bi fikrê azad ê Şoreşa Rojava xurt bûne, bi perwerdeyê wê xwe biparêzin.

Lehengên ku di 20'ê Hezîrana 2024'an de li Kurdistanê şehîd bûn Brûsk, Çekdar, Kamûran û Dilsoz bi biryardariya xwe ya berxwedana li dijî dagirkeran xeta berxwedanê ya Çaran li Botanê careke din nîşan dan.