DEM Partî êrîşên li ser zarokên penaber şermezar kir

Komîsyona Zarokan û Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê bi daxuyaniyekî nivîskî da û bang li raya giştî kir ku li dijî êrîşên li ser zarok û zarokên penaber rabin.

Komîsyona Zarokan û Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê bi daxuyaniyekî nivîskî bang li raya giştî kir ku li dijî êrîşên li ser zarok û zarokên penaber rabin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Bûyerên lînç, êrîş û tundiyê ku bi rojan in li dijî penaberên Sûriyeyê berdewam dike û zêde dibe, xetereye ku veguhere pogromê û belavî çar aliyên Tirkiyeyê dibe. Di encama van êrîşan de li Antalyayê zarokê Sûriyeyî yê 17 salî Ahmet Handan El Naîf ji hêla komekê nîjadperest ve hate qetilkirin. Tundiya li ser penaber û zarokên penaber plankirî bûye. Eşkereye ku AKP û hevkarên wî organîzatorên veşartî an jî vekirî ne, piştvanek û yekane kiryar in. Divê kesên ku dikevin malên penaberên Sûryeyê û wan derb dikin, mal û kargehên wan dişewitînin, bêyî ceza nemînin.

Em êrîşên li ser penaber û zarokên penaber ku di tebeqeya herî bin a civakê de tên dîtin, keda wan tê xwarin şermezar dikin! Em di wê baweriyê de ne ku gotin û polîtîkayên desthilatdariyê yên di rojên dawî de li ser Sûriyeyê, bi bûyerên dawî re girêdayî ne. Em bang li hemû raya giştî dikin ku li dijî zimanê nefretê û bûyerên tundiyê yên li ser zarokan û bi taybetî zarokên penaber, mafê jiyanê û jiyana hevpar bi hev re biparêzin."