SOHR: Li Sûriyeyê kuştinên ji ber mezhebê zêde bûn
SOHRˊê ragihand li seranserê Sûriyeyê kuştinên ji ber mezhebê zêde bûne û di 24 saetên dawî de 11 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
SOHRˊê ragihand li seranserê Sûriyeyê kuştinên ji ber mezhebê zêde bûne û di 24 saetên dawî de 11 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.
Li gelek herêmên Sûriyeyê pêleke din a tesfiyekirin û kuştinê ya li ser esasê mezhebî, bi pêş ketiye. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di 24 saetan de 11 kes hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. SOHR`ê bi bîr xist ku ev nîşan dide ku xetereya tundiya mezhebî zêde bûye.
SOHR`ê diyar kir ku li Şam, Humsê, Hema, Lazîqiye, Tartûsê, Idlibê gelek kes ji mezhebên Elewî û Şîî bi rêbazên cuda hatin kuştin. SOHR'ê got ku çi di êrîşên çekdarî de, yan jî bi ser de girtina malan de.
Li Humsê, 3 Elewî di du bûyerên guleavêtinê yên cuda de hatin kuştin û yek jî birîndar bû, li Şamê jî 2 zilamên Elewî hatin kuştin û yek jî li kampa Yermûkê hate kuştin. Li bajarên Tartûs, Hema û Idlibê bi rêbazên dişibin hev, 3 welatî hatin kuştin. Li Laziqiyê jî hêzên ewlehiyê di serdegirtinan de 3 ciwan kutşin.
Ev rageşî û bûyer digel bidawîbûna dema diyarkirî ya ji bo komîteya lêpirsîna rastiyên têkildarî komkujiyên perava Sûriyeyê de, pêk tên.