PÎK: Li dijî êrîşên dewleta Tirk rabin

Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê da û bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin.

Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bi daxuyaniyekî bertek nîşanî planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên nû yên dewleta Tirk a dagirker da û banga rabûnê li dijî êrîşan da.

PÎK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi rojane êrîş dibe ser Başûre Kurdistane. Bi hejmarekî mezin tank, çekên giran û leşkerên xwe li herema Kurdistanê bi cîh dike. Li hînek cihan li ser rêyan nasnameya gel kontrol dikin û gelek gundan bi zorî vala dikin û gel koçber dikin. Dewleta Tirk ji damezrandina xwe heta niha dijminatiya gelê Kurd dike.

Felsefeya damezrandina dewleta Îttîhat Terakkî li ser înkar, asîmîlekirin û dijminatiya li hemberî nasnameya gele Kurd li Tirkiyeyê hatiye avakirin.

Ev desthilatdarî ji damezrandina xwe heta îro bi awayekî hovane siyaseta xwe ya îmha û înkarê bi taybetî li dijî gelê Kurd dimeşîne. Dewleta Faşîst salane bi hinceta PKK’ê bi çekê giran erîşê Başûre Kurdistanê dikê û ji bo dagirkirina Başûr Kurdistanê bi dehan baregehên leşkerî ava kirin.

Dewleta Tirk a nîjadperest ne tenê li dijî hêzekî Kurd şer dike, li dijî tavahiya gelê Kurd û destkeftinên gelê Kurd şer dike. Desthilatdariya AKP û MHP’e bi xeyala Osmanîzmê dixwazê di serî de destkeftinên gelê Kurd bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hilweşîne û hemû axa Kurdistanê dagir bike. Desthilatdariya AKP û MHP bi mejûyê ittîhat û terekkî ne tenê ji bo gelê Kurd gef e, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Misilman jî gef e. Divê em ji bo gelê Kurd û azadiya Kurdistanê helwestekî bi rûmet nîşan bidin, yekîtiya neteweyî ya stratejîk pêk bînin. Ger em bi ruhekî Netewperwerî li dijî planên dewleta Tirk ên dagirkirina li Başûrê Kurdistanê dernekevin, sibe wê bibe felaketek ji bo tevahiya gelê Kurd.

Daxwaziya me ji gelê Kurd ew e ku bi yek dengî li dijî erîşên dewleta Tirk derkevin. Bangewaziya me ji bo Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Emerika û dewletên Ereban ew e ku li hember êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Em li ser navê PÎK’ê li dijî dagirkeran derketinê wekî erkekî neteweyî dibînin. Hemû dagirkerên Kurdistanê baş bizanibin, em ê bi ruhekî netewî destkeftinên Kurdistanê wekî pîroziyê xwe biparêzin.”