RTUK lîsansa Radyoya Vekirî betal kir

RTUK piştî biryara rawestandina weşanê ya li ser Radyoya Vekirî lîsansa radyoyê betal kir. Endamê RTUK’ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku pirsgirêkekî teknîkî heye û wê pêvajoya îtîrazê hebe.

RTUK di 22’ê Gulana 2024’an de ji ber gotinên “Salvegera 109’an a komkujî û tehcîrên li xakên Osmanî, komkujiyên weke jenosîd tên binavkirin. Îsal jî bîranîn hat qedexekirin” ya bernameya Rojnameya Vekirî ya Radyoya Vekirî de 189 hezar û 282 TL cezeyê perê ya îdarî û cezayê rawestandina 5 bernameyan dabû. Tevî ku Radyoya Vekirî cezayê pereyê da jî, RTUK lîsansa radyoyê betal kir.

Endamê RTUK Necdet Îpekyuz diyar kir ku ev biryar ji ber nepêkanîna cezayê rawestandina weşanê ya ji ber pirsgirêkekî teknîkî hatiye girtin.

Necdet Îpekyuz ku ji ANF’ê re axivî, têkîldarî betalkirina lîsansê ev agahî dan: “RTUK di meha Gulanê de ceza da Radyoya vekirî. Ceza hem cezayê pere yê îdarî û hem jî ji bo 5 rojan rawestandina weşanê bû. Radyoya Vekirî jixwe li dijî biryara cezayê ya RTUK’ê, serî li rêya dadgehê dabû. Lê tenê ji bo qismê pere, qismê rawestandina weşanê jî divê 10, 11, 13, 13, 14’ê Hezîranê pêk hatiba. Dema ku saziyeke biryara RTUK’ê pêk neyne, lîsans tê betalkirin. Lê rayedarên Radyoya Vekîrî wiha dibêjin, 'Me ji ber pirsgirêka teknîkî nekarî di pergala elektronîk ya pergala teblîxata neteweyî de metna jor vekin. Ji ber ku me venekir, me tenê cezayê pereyê dît, me cezayê pereyê da lê rawestandina weşanê ji 2’ê Tîrmehê ve dît. Ji ber ku me di 2’ê Tîrmehê de dît dema 5 rojan a di meha Hezîranê de çû. Ev yek wê bê îspatkirin ku ji ber pirsgirêka teknîkî nehatiye dîtin.' Helbet wê dîsa îtîraz hebe, lê ger neyê qebûlkirin wê radyo bi vî rengî ji ber sedemekî teknîkî lîsansa xwe winda bike.”