Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ê pêngavê bi çalakiyên nû dewam bikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gotin, "Em çalakiya heyî diqedînin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêngavê bibin. Em bang li gelê xwe dikin, ku ji bo Rêber Apo li ber xwe bidin."

GIRTIYÊN JI DOZA PKK Û PAJK'Ê

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên dewleta Tirk Denîz Kaya daxuyaniyek têkildarî çalakiya girtiyan a li dijî tecrîdê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyan mîna her demê bi rengekî rêxistinî tevlî pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bûn û hate gotin, "Li gel zext, şert û mercên giran û her cûre êrişan, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî, bi dilsoziya bi kevneşopiya berxwedana zindanan a 45 salan, em tevlî pêvajoya pêngavê bûn. Greva birçîbûnê ya 27'ê Mijdara 2023'an li zindanan bi dorvegerî hate destpêkirin, bi 4'ê Nîsana 2024'an rojbûna 75'an a Rêberê me veguherî asta 'Em di nava şert û mercên Rêberê xwe de bijîn' û bi rengekî girîng bandor li derve jî kir û pêngav bi pêş ve bir."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk a faşîst nekarî xwe li têkçûna hilbijartinê ya herî dawî ya li Kurdistanê rabigire, hewl da îradeya gelê Kurd tine bihesibîne û hate gotin, "Li dijî van hewldanan di serî de xelkê Wanê li Kurdsitanê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Vê berxwedanê rêxistiniya çete ya AKP-MHP a faşîst hejand."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev rêxistiniya çete ya faşîst, pîvanên hiqûqî yên gerdûnî tine hesiband, êrişî gelê Kurd kir; êrişên qirkirinê, desteserkirina îradeyê û êrişên dagirkeriyê yên lis er qadên azadiyê dewam dike.

Di daxuyaniya girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê de bi dewamî hate gotin, "Lê belê gerîlayên azadiyê bi ruhê fedaî û teknîka xwe ev êriş têk bir. Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr jî xwedî li Rêber Apo û îradeya xwe derket û bi sekna xwe pêngav xurt kir."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê çalakiya greva birçîbûnê ya bi dorvegerî di 27'ê Mijdara 2023'an de dan destpêkirin, di 4'ê Nîsana 2024'an de veguherandin asta 'Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî' de û hate gotin, "Di asta heyî de ev çalakî diqede. Di pêvajoya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re', heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, em ê bi çalakiyên cuda tevlî pêvajoya pêngavê bibin."

Herî dawî bang li derdorên demokratîk, rewşenbîr û dostên gelê Kurd hate kirin ku di vê pêvajoya dîrokî de li dora pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bicivin û bang li gelê Kurd ê berxwedêr jî hate kirin ku hîn bi berpirsyarî tevbigere.