Nîna Karapetyan: Divê neheqiya li Ocalan tê kirin bi ti awayî neyê qebûlkirin

Parêzera Ermen Nîna Karapetyan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û bang li her kesî kir ku tevlî kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çarserî ji pirsgirêka Kurd re' bibin.

Parêzera Ermen Nîna Karapetyan beşdarî pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bû.

Karapetyan anî ziman ku ji bo wê erkekî mirovî ye ku tevlî vê kampanyayê dibe û got, "Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên qanûnî bêpar hatiye hiştin. Polîtîkayeke taybet li dijî wî tê meşandin. Divê kes vê yekê qebûl neke."

Karapetyan bal kişand ser girîngiya kampanyayê û bang li her kesî kir ku tevlî kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin.

Karapetyan her wiha pêvajoya komploya navneteweyî jî bi bîr xist û got, "Tê bîra min, dema ku Ocalan hate girtin, gelê Kurd rabû ser piyan, bi hemû rengên xwe xwedî li Ocalan derket. Vê yekê gelekî bandor li min kir."