Qurbaniyên Madimakê hatin bibîranîn: Ronahiya Sêwazê wê nevemire

Li Stenbol, Wan û Îzmîrê qurbaniyên Madimakê bi çalakiyan hatin bibîranîn.

Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de li Hotêla Madimakê ya li navenda Sêwazê de 33 rewşenbîr hatin şewitandin û qetilkirin. Qurbaniyên komkujiyê di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Stenbol, Wan û Îmzîrê hatin bibîranîn.

STENBOL

Însiyatîfa 2’ê Tîrmehê ya Sarigazî di 31’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Kolana Demokrasî ya li Sancaktepeyê meşa protestoyî li dar xist. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û gelek sazî, nûnerên partiyên siyasî, cemxane û bi sedan welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmeyên “Wê hesabê Sêwazê bê pirsîn”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.

Li ser navê Însiyatifê Gul Înce daxuyanî da. Înce bi bîr xist ku tevî ku 31 sal bi ser komkujiyê re derbas bûye jî kujer cezayên pêwîst negirtine û edalet pêk nehatiye. Gul Înce wiha got: “Îro bibîranîna dostên me yên li Sêwazê hatine qetilkirin, tê wateya berdewamkirin, mezinkirin û birêxistinkirina têkoşîna wan. Em ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin, wan jî bîr nekin û kujeran efû nekin. Wê roniya Sêwazê nevemire!”

WAN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê li Kolana Hunerê daxuyanî da. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Gulşen Kurt û Veysî Dîlekcî, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê  (TÎHV) û gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Serokê Şaxa HABER-SEN'ê Hamît Aker daxuyanî xwend û diyar kir ku komkujî weke deqeke reş di nava dîroka Tirkiyeyê de cih girtiye. Aker komkujiyên berê yên wekî Çorûm û Mereşê bi bîr xist û wiha got: "Komkujiya Sêwazê jî mîna komkujiyên Meletî, Mereş, Çorûm, 1'ê Gulana 77'an, Beyazît û Gaziyê di tariyê de hiştin û hêzên li pişt wê bi zanebûn dernexistin holê.” 

Aker anî ziman ku armanca Komkujiya Sêwazê bi taybetî Elewî ne, nasname, bawerî û mezhebên li derveyî îdeolojiya fermî ne.  Aker, wiha domand: “Piştî Komkujiya Sêwazê jî pêkanînên cihêkarî û hedefgirtinê yên li dijî Elewiyan dewam kirin.”

 ÎZMÎR

Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Alsancak a Îzmîrê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Madimak dişewite, me ji bîr nekir, em ji bîr nakin" hat vekirin û timî dirûşmên “Yên Sêwaz şewitandin AKP ava kirin” û “Duh li Mereşê, îro li Sêwazê, çareserî di şerê li dijî faşîzmê de ye" hatin berzkirin.   Berpirsa ABF'ê ya Herêma Egeyê Bahar Kaplan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye û ew biryara qedexeyê qebûl nakin û wiha got: “AKP ji roja destpêkê ya desthilatdariya xwe heta niha alîgirê zîhniyeta komkujiyê ye. AKP'ê kujerên ku sûcên hatibûn cezakirin efû kir. Heke AKP gavên asayîbûnê bavêje divê pêşî biryarên DMME’yê yên der barê Elewiyan de bi cih bîne û Otela Madîmakê vediguherînin muzeya şermê."