Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, ku li Îmraliyê tecrîdkirî ye, serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Serlêdan ji aliyê parêzer Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayîr Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê wergirtin.