PJAK: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû çavkaniya îlhamê

Hevserokatiya PJAK'ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Rojava de got, "Ev şoreş bûye sembol û çavkaniya îlhama azadî, jiyana hevpar û demokratîk a gelan."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 12’emîn salvegera şoreşê li ser malpera xwe ya înternetê peyam weşand û şehîdên şoreşê bi bîr anî. 

Peyama ku ji bo Hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye nivîsandin wiha ye:

“Em 12’emîn salvegera destpêkirina şoreşa gelan li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li we û hemû gelê herêmê pîroz dikin. Ew şoreş bû sembol û îlhama azadîxwazî û jiyana hevpar û demokratîk a gelan. Niha neteweya demokratîk ji bo jiyana hemû gelên herêmê bûye rojeveke rişt û ciddî. Gelek berdêl ji wê şoreşê re hatin dayin û ew rêbaz bû çirûskek ji bo mirovahiyê. Em bi rêzdarî hemû şehîdên mezin yên YPG, YPJ, QSD û hemû hêzên parêzvanên vê şoreşê bi bîr tînin, silav û rêzên xwe pêşkêşî kedkar û karbidestên wê şoreşê dikin.

Em hêvîdarin ku çawa gelê me ew şoreş kirin hêviyek ji bo mirovahiyê, hûn jî wisa li beramberî êrîşên terorîstî û faşîstî di parastina wê de serketî bin. Em dilniya ne ku çawa berxwedana we berbamberî DAÎŞ’ê bû mînakeke dîrokî, berxwedana we ya beramberî êrişên Faşîstî yên Tirkiyeya piştevana DAÎŞ’ê jî dê bibe rûmetek dîrokî ji bo hemû azadixwazên cîhanê. Hêviya me û hemû dilsozên wê şoreşê ew e ku di pêkanîna jiyaneke hevpar, azad, demokratîk û ekolojîk de jî serketî bin, bigihîjin armancên xwe.”