Heyeta KNK’ê bi Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin pêk anî

Heyeta KNK’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkiliyên xwe yên dîplomatîk didomîne, bi Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin pêk anî û banga yekîtiya neteweyî kir.

Heyeta KNK’ê li dijî êrîşên dagirkeriyên yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo nîşandana helwesteke hevpar têkiliyên xwe yên dîplomatîk didomîne.

Heyeta KNK’ê di din serokatiya Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus de li Silmaniyê bi Tevgera Goran û Waliyê Silêmaniyê re hevdîtin pêk anî.

Heyeta KNK’ê ji aliyê Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ve hate pêşwazîkirin.

Piştî vê hevdîtinê heyeta KNK’ê çû seredana Tevgera Goranê û li wir jî ji aliyê Endamê Meclîsa Neteweyî ya Tevgera Goranê Mustafa Saîd Kadîr ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinan de îşaret bi girîngiya helwesteke neteweyî ya hevpar a li dijî êrîşên dagirkeriyê kirin.

Tê texmînkirin ku heyeta KNK’ê wê temasên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bidomîne.