JIN
Hemû Nûçe
-
Jinên Kurd li Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi tevlêbûna hevserokên jin û berdevkên meclîsa jinan ên li Elmanya, Hollanda û Fransayê, li paytexta Fransa Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê da. -
‘Em xwîna xwe jî bidin, em ê dest ji Şengalê bernedin’
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û dayikên şehîdan li ser êrîşên dawîn ên li Şengalê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê dest ji Şengalê bernedin. -
Li Wanê jineke ciwan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da
Li Wanê jina ciwan Çîgdem Cansiz a 18 salî, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
TJA’yê li Semsûr û Rihayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir
TJA ku li Semsûrê bi jinên mexdûrên erdhejê re hat ba hev, li Rihayê jî dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. -
Jinên Mexmûrê rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin
Jinên Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihûnin Tena Jiyanê” rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin. -
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk ji bo 8’ê Adarê peyamek dan
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, "Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û azadiya xwe bi dest bixin.” -
Newaya Jin: 8’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
Hejmara meha Adarê ya Newaya Jin bi manşeta “8’ê Adarê roja hesabpirsînê ye” derket. Rojnameyê têkildarî erdheja mezin a 6’ê Sibatê qewimî, nivîsek bi sernavê “Dewlet di bin kavilan de ma” weşand. -
TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê bernameya 8'ê Adarê eşkere kirin
TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê wê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li 10 bajarên ku erdhejê bandor li wan kiribû, bi jinan re bicivin. -
KJK’ê, pêngava 'Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' da destpêkirin
Koordînasyona KJK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pêngava “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” da destpêkirin. -
Hejmara yekemîn a sala nû ya Kovara Silava derket
Hejmara yekemîn a sala nû ya Kovara Silava bi manşeya “Bê Serok Jiyan Nabe” derket. -
HDP xebatên xwe yên 8’ê Adarê li herêmên erdhejê bimeşîne
Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li Stenbolê bi çalakiyekê starta çalakî û xwepêşandanên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. HDP’ê ragihand ku ew ê xebatên xwe yên 8’ê Adarê li herêmên erdhejê bimeşînin. -
KBDH'ê deklarasyona 8'ê Adarê weşand
Konseya Giştî ya KBDH'ê ji bo 8'ê Adarê deklarasyonek weşand û ev bang kir: "Em her rojê bikin roja çalakî û seferberiyê." -
TJA’yê deklarasyona 8’ê Adarê eşkere kir
TJA’yê di deklarasyona 8’ê Adarê de diyar kir wê bi dirûşmeya ‘Piştgiriya jinê dide jiyîn’ li idjî serweriya mêran, şer û dagirkeriyê li qadan bin. -
Suheyla Qazî rehmet kir
Süheyla Qazî ya ku keça avakarê Komara Kurdî ya Mehabadê Qazî Mihemed e, rehmet kir. -
Endamên Piştevaniya Feminîst a Karesatê li Semsûrê ye
TJA, Meclîsa Jinan a HDP'ê û jinên femînîst ên li ser navê Piştevaniya Feminîst a ji bo Karesatê ji Stenbolê hatin Semsûrê, lîsteya pêdiviyên jinên mexdûrên erdhejê amade kirin. -
NY: Sala 2020’an 287 hezar jin ku ducanî bûne yan jî gava zarokanînê jiyana xwe ji dest dane
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku sala 2020’an 287 hezar jin ku gava ducanî bûne ya jî gava zarokanînê jiyana xwe ji dest dane. -
Rojane nêzî 800 jin ji ber komplîkasyonên ducaniyê dimirin
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, rojane nêzî 800 jin ji ber komplîkasyonên ducaniyê dimirin. -
TAJÊ têkildarî kiryarên PDK'ê yên li dijî jinên Êzidî hişyarî da
TAJÊ revandina jinên Êzidî yên li herêmên di bin kontrola PDK'ê de bi bîr xist û diyar kir ku kiryarên PDK'ê ji yên DAÎŞ'ê ne cudatir e. TAJÊ bang li xelkê li kampan kir ku li warê xwe vegerin û ji van kiryarên qirkirinê rizgar bibin. -
Başaran: Bi piştgiriyê em ê hemû pirsgirêkan çareser bikin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir wê bi saya piştgirî û hevgirtina jinan wê pirsgirêkên li qadên erdhejê çareser bikin. -
Li Îranê destdirêjî li 4 jinan hate kirin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir hêj didome. Li gorî agahiyan, hêzên îstîxbarata Îranê yên li Zahîdanê dest dirêjî 4 jinan kirine. -
Li Parîsê li dijî qirkirina jinan helwesteke hevpar
Saziyên cuda yên jinan bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, Em ê Tola Xwe Bi Şoreşa Jinê Hilînin!” ji bo bîranîna şehîdên 23’ê Kanûnê û 9’ê Çile bi malovaniya Şaredariya Parîsê hatin cem hev. -
Birîna ku dermanê wê azadî ye
Di nava çar dîwarên Îmraliyê de, bi êşeke zêde, bi zayîna fikir û ramanên xwebûnê yên modernîteya demokraîtk û konfederalîzma demokratîk, rê li ber guhertin û veguhertina şoreşa zihnî ya jin, ciwan û civaka Rojhilat û Îranê vekir. -
KBDH: Hêrsa me divê li hemberî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya kujerê gelan be
KBDH'ê têkildarî erdhejê daxuyanî da û got, "Em berê hêrsa xwe bidin desthilatdarî û dewleta faşîst-bûrjûva ku gelan qetil dike." KBDH'ê girîngiya piştevaniyê destnîşan kir. -
PAJK: Di sala 25’emîn a komployê de em têkoşînê geştir bikin
Koordînasyona PAJK’ê: Parastina Rêber Apo parastina azadiya jinê û mirovahiyê ye. Divê di serî de jin, ciwan û gelê me di sala 25’emîn ya komployê de bi zanebûna vêya, tekoşîna xwe bilindtir bikin. -
'Mafên jinan li her devera cîhanê lewaz bûne'
Li gorî raporek rêxistinên civakî yên sivîl, li cîhanê mafên jinan gelekî lewaz bûne.