Jinên Kurd li Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi tevlêbûna hevserokên jin û berdevkên meclîsa jinan ên li Elmanya, Hollanda û Fransayê, li paytexta Fransa Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê da.

Daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya der barê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li ber navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku di meha Kanûnê de 3 aktîvîstên Kurd lê hatibûn qetilkirin, hate dayîn.

TJK-E’ê çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal diyarî şoreşger Evîn Goyî kir ku li Parîsê hatibû qetilkirin.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa ”Ji Kurdistanê ber bi cîhanê, Jin, Jiyan, Azadî” hate vekirin.

Beriya daxuyaniyê ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê û kesên di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hate girtin.

Daxuyanî wiha ye:

BI JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ!

“Em weke gelê Kurd û jinên Kurd, di demeke ku krîzên modernîteya kapîtalîst qestî mafê me yê jiyanê dike de 8ê Adarê pêşwazî dikin.

Li hemberî hêzên ku qestî mafên me yên jiyanê dikin; bi qasî êş û windahiyên me, biryardariya me ya berxwedanê jî mezin e û nayê hilweşandin. Sedemên têkoşîna me ji her demê tûjtir in. Ji ber ku serdestiya mêr û tifaqa mayînde ya dewlet û kapîtalîzmê, êrîşên wan ên li ser jinan êdî veguheriye şerê navbera sîsteman.

Pêkanînên faşîzm, dîktatorî û kolonyalîzmê, bi rûyê xwe yên nû yên şîrketên pirneteweyî, êrîşên li ser azadiya jinê, di talankirina xwezayê de digihêjin hev.

Pevçûnên di nava hêzên hegemonîk de û polîtîkayên ku bi çavnebariya qazanca zêde dimeşînin, di serî de ji bo jinan û ji civakê pêşerojeke ji bilî şer, koçberî, wêranî, tundî û xizaniyê nade. Tê xwestin ku roja mirovahiyê bê tarîkirin. Li her devera cîhanê pêleke îstîsmar û êrîşa serdestiya mêr heye. Ji Afganîstanê heta Abya Yala, ji Hindîstanê heta Afrîkayê li her derê cîhanê berxwedana jinan her diçe bilind dibe.

Em pêla herî xurt a vê berxwedanê ne. Em dizanin ku em jiyana xwe ya rojana bi berxwedanê nehûninin, em nikarin bijîn. Me got kapîtalîzm û faşîzm qirkirina civakî ye. Mixabin bi erdheja ku di 6’ê Sibatê de li welatê me Kurdistan û bajarên Tirkiye û Sûriyê pêk hat, ev biryar careke din hate piştrastkirin. Dîktatoriya AKP’ê û polîtîkayên faşîzmê encamên karesatê zêdetir kirin û ev veguherî sûcê mirovahiyê. Em rûyê herî qirêj ê faşîzmê di qêrîna jin û zarokên ku di bin xirbeyan de mayî û jiyana wan hatî tarîkirin de nas dikin. Me got pergala serdest a mêr, rê li ber qirkirina jinan vedike. Em vê yekê ji welatê xwe Kurdistanê dizanin. Pêşî hewl da şoreşa jinan a li Rojava ya ku hêviya hemû gelên cîhanê bû, bi destê DAÎŞê têk bibe. Dema ku bi ser neket, dagirkeriyên di temaşegeriya hêzên navneteweyî de, êrîşên ku rojane pêk tîne de û bi suîqest an ku qetilkirinên jinên pêşeng de dizanin. Em vê yekê bi serpêhatiyên xwe yên xweparastinê yên 30 salî ku cesaret, xwebawerî û ezmûna parastinê dayî jinê û ji aliyê dewleta Tirk a hov gerîlayên jin ku bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin dizanin.

Em vê yekê ji faşîzma ku ranagire û naxwaze ku jin di nava siyasetê de û di rêveberiyên herêmî de bibe xwedî gotin û wekîl û şaredarên bi îradeya gel hatine hilbijartin li girtîgehan çawa kom kiriye dinasin.

Em wan ji zagonên wan ên xirap, pêkanînên faşîzane, yên ku jinên akademîsyen û rojnamevan hewl dan eşkere bikin û di rastiyê de israr kirin, bêdeng bikirin û hatin girtin lê zewaca zarokan, tacîzkar û tecawizkar serbest berdan de nas dikin. Em wan, mafên ku bi tekoşîna jinê hatîn bidestxistin, bi yek gotineke ji devê dîktator ya di derbarê betalkirina hevpeymana Stenbolê de nas dikin. Em wan kesên ku ji azadiya jinê, ji tayek pora jinê ditirsiyan û Jîna Emînî qetil kirin jî nas dikin.

EM Ê SEDSALA 21’AN BIKIN SEDSALA JINAN

Dema ku hevalên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û piştî deh salan Evîn Goyî li vî bajarê Parîsê qetil kirin, me dît ku ev zîhniyet çiqasî xayîn e.

Şerê mezin ê jinan ji zû ve dest pê kiriye. Ji dema ku me got em ê sedsala 21’an bikin sedsala jinan. Ji dema ku jinên Kurd îdealên azadiyê ji çiyayan ber bi bajar, gund û taxan ve bi pêlan li civakê belav kirî dest pê kiriye.  

Ji dema ku hişmendiya rêxistinî ya resen, ezmûna xweparastinê, pergala hevserokatiyê ya di siyasetê de, perwerdehiya ku hişmendiya jinê bilind kirî û hemû civakê veguhartî, lêgerîna azadiyê ya jinê di her malbat, mal û têkiliya civakî de, bi pêşketina pîvanên pejirandin û redkirinê ve dest pê kiriye.

Tekoşîna jinên Kurd ne ji bo bibin movika şoreşê, ji bo ku bibe hêzeke pêşeng rê li ber şoreşa jinê vekir û ev rê ne bi ramana sîstemê, bi paradîgmaya ekolojîk a demokratîk û azadiya jinê ava kir. Di meşa şoreşê de zanista jinê jîneolojî kir bingeh. 

Ji wê dema ku jinên Kurd têkoşîna ji bo jiyana azad û serpêhatiyên ku bi dest xistine bi jinên cîhanê re parve kir dest pê kir. 

FORMÛLA EFSÛNÎ: JIN, JYAN, AZADÎ

Ji ber formûla efsûnî ya azadkirina jiyanê dît, ji roja ku “JIN, JYAN, AZADÎ “got destpê kir.

Di vê wateyê de, pêngava ku di  8’ê Adara 2023’an de, ji aliyê KJK “BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ“ hat destpêkirin, em ê bersiva herî xurt li her cihê ku em lê ne bidin. Bi vê pêngavê em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezintir bikin û li hemû qadên jiyanê belav bikin. Em ê 8'ê Adara 2023‘an bi dirûşma "BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ“ pêşwazî dikin.

Di destê me de formûla efsûnî ku wê cîhanê xweş bike, dadmendiya mayînde biafirîne û jiyanek bi etîk û estetîk bihûne heye. Li rojava bi vê formulê me DAİŞ têk bir. Bi vî rengî me êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst paşve xist. 

Me bi vê formula efsûnî ku ji çiyayên Kurdistanê heta Şengalê, ji Îranê û ji Îranê ber bi cîhanê ve belav bû, tîfaqa sêalî û êrîşên hovane yên dewleta mêr û kapîtalîzmê şikandin. Bi saya vê formula efsûnî me azadî wek nan û avê pêwîst dît. Niha em di demeke ku ev şerê mezin di asta herî dijwar de ye derbas dibin.

Bi pêngava "BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ“ re em ê kefenê ku dîktatorî, faşîzm û kapîtalîzm li ser gelan û jinan biriye, biqetînin. Em bi israr in ku jiyanê bi hişmendî, berxwedan û rengê jinê azad û xweş bikin. Em amade ne ku serpêhatiyên xwe yên azadiyê bi jinên cîhanê re parve bikin û ji serpêhatiyên wan fêr bibin û hêzê bigirin. Em bi biryar in ku di vî şerê mezin de ku mohra xwe li sedsalê xistiye, bi ser bikevin. Li ser vê bingehê em 8’ê Adara 2023’an bi coşeke mezin a têkoşînê pêşwazî bikin û em bang li her kesî dikin ku bi awayekî herî xurt beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin!

 Em bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin. Ji ber vê, ji Kurdistanê ber bi cîhanê, “JIN, JIYAN, AZADI!”