KJK’ê, pêngava 'Em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' da destpêkirin

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pêngava “Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” da destpêkirin.

Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê, got: “Em bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, pêngava azadiya jinê ya bi navê 'Bi Jin, Jiyan, Azadi re ber bi soreşa jinê ve' radigihînin."

KJK’ê, got: “Em weke Tevgera Jinên Kurd, armanc dikin ku bi pêngaveke nû xebatên xwe yên azadiyê hem li herêmê hem jî li cîhanê pêş bixin.”

ŞOREŞÊN JINAN NE XEYAL E

Daxuyaniya 8’ê Adarê wiha ye:

“Dema ku em ber bi 8’ê Adara 2023’an Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve diçin, em dibînin ku têkoşîna me ya azadiya jinê ne tenê rojekê li her kêliyê, her dem û cihan belav bûye. Em dijîn. Têkoşîna Azadiya Jinê bûye gerdûnî. Şoreşên jinan ne xayel e, ji guhertinên azadîxwaz ên di jiyana jinan de ku li Rojava, Kurdistan, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê bi şêwe û rengên cuda tên dîtin û encamên têkoşînê jî mirov bi vê yekê dikare fêm bike. Ji ber vê yekê îhtîmala ku sedsala 21’an bibe sedsala ku şoreşên jinan tê de pêk werin, bi xurtî pêş dikeve.

Mirovatî; Ew ji serhildan û dijberiyên civakî yên ku di bin pêşengiya têkoşîna azadiya jinê de li dijî pergala zilamê serdest pêşketiye û mezin bûye, bi hêvî ye. Civakên mezin ên azadî, demokrasî û edaletê dixwazin, bi pêşengiya jinan zêdetir li dora jinan tên ba hev. Li gorî şêwazên jiyanê yên ku ji aliyê vê hişê zilamê serdest ên mêtinger ve hatine afirandin, li dijî neheqî, bêexlaqî, bêwijdanî, amûra dewletê û ji nû ve afirandina jiyaneke xweser-ekolojîk a ku wekhevî, azadî û cudahiyan bi hev re bi toleransê bijîn, gav bi gav dibe xwesteka xurt a hemû civakê.

Di vê çarçoveyê de îdeolojiya azadiya jinê ya jineolojiyê, paradîgmaya azadiyê, berxwedana jinê û rêxistina me di lezkirina mirovahiyê ya ber bi bedewî, wekhevî, edalet û azadiyê de xwedî roleke pêşeng a cidî ye. Dema ku pirsgirêkên berfireh û tevlêhev ên ku mirovahiyê jiyaye, girîngiya stratejîk a têkoşîna me ya azadiya jinê roj bi roj zêde dibe. Eşkere dibe ku pêwîstiya mirovahiyê bi hişmendî, çalakî, rêxistinbûn û ji nû ve afirîna jiyanê ya jin a azad heye. Ger mirov bibêje “hebûna mirovahiyê bi geşkirina têkoşîna azadiya jinê ve girêdayî ye” ne zêde ye.

SOZA PÊKANÎNA ŞOREŞA JINÊ

Em Şehîdên Azadiya Jinê bi minetdarî bi bîr tînin û soza xwe ya pêkanîna şoreşa jinê nû dikin.

Bi boneya vê roja berxwedanê, di 8’ê Adara 1957’an de li eyaleta New York a DYA’yê 129 karkerên jin dema ku di kargeheke tekstîlê de di grevê de bûn hatin şewitandin û em hemû jinên cîhanê yên ku di dîrokê de bi cesaret û fedekariyeke mezin têkoşîna azadiyê dane, ji Clara Zetkinlerden, Rosa Luksmburg, Sara (Sakine Cansız), Viyan Caf, Şirînn Elemhul, Şilan Kobanê, Arîn Mîrkan û serhildanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê ku xeta xwe ji mîrateya Jîna Emînî dewr girt, hemû jinên ku bi berxwedana xwe ya azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê, Efxanîstan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê dimeşînin silav dikin!

Em di şexsê Sara Tolhildan, Rûken Zelallerîn, Mizgîn, Rojda, Avzem, Nalîn, Norşîn Efrîn, Mizgîn Koçero, Melsa Mûş ku nûnertiya asta herî jor a xeta me ya jinê ya radîkal e ku di sala 2022’an de li Zap û Avaşînê her ku diçe gerdûnî bûye, di şexsê hevrê Esmer de hemû şehîdên YJA Star-HPG’ê, hevrên me yên di demên cuda ên têkoşînê de şehîdbûne Bêrîvan Zîlan, Delal Nûrhak, Jiyan Tolhildan, Peyman Bagok, Çîçek Harûnî, Zeynep Saruhan, Evîn Goyî û Zîlan Konya yên ku li Parîs û Silêmaniyê bi awayekî nemerdane hatin şehîdkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Her ku têkoşîna me ya azadiya jinê pêş dikeve, di serî de êrîşên dewleta Tirk a faşîst û pergala zilamê serdest her ku diçe berfirehtir dibin. Pêşeng û kadroyên jin ên tevgera me, tên hedef girtin, qetilkirin û diavêjin girtîgehan. Li aliyê din jî jinên ciwan, jinên Kurd bi rêbazên şerê taybet ên herî hovane di têxîn nava tora fihûş, tiryak û sîxuriyê. Li hemberî vê yekê jin li her cihê ku lê bin bi îrade, azwerî û kelecaneke mezin berxwedanê mezin dikin.

Li gel şehîdên me, em jî dizanin ku li gel hemû êş û zehmetiyan dayikên me yên Kurd, xizmên şehîdan, keçên ciwan û jinên me bi berxwedaneke çawa li ber xwe didin. Têkoşîna me ya azadiya jinê wê teqez bi ser bikeve û zilamtiya serdest a qirêj, bêexlaq, bêwijdan wê winda bike. Li ser vê bingehê em careke din bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hemû şehîdên xwe yên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em 8'ê Adarê li hemû dayikên xwe yên aştiyê yên ji bo azadiya jinê têdikoşin, li hevrêyên me yên li zindanan, li gerîlayên me yên li çiya, li hevrêyên xwe yên birîndar, li gelên xwe, li dostên xwe, li hevrêyên xwe yên nenternasyonalîs pîroz dikin. Di vê çarçoveyê de em soza xwe nû dikin ku em ê li dijî şehîdên me, jinên berxwedêr û keda jinan armanca xwe ya pêkanîna şoreşa jinê ava bikin, geş bikin û gav bi gav belav bikin.

Fikir û ramanên azadiyê yên Rêberê me Abdullah Ocalan belavî hemû cîhanê bûye. Têkoşîna me ya ji bo belavkirin û pratîkkirina van ramanan û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me, azadiya bingehîn a jinê ye.

Paradîgma û felsefeya Rêbertiya me ya azadiyê, her roja ku diçe li cîhanê bi lez û bez belav dibe. Ligel ku Rêbertiya me 25 sal in dibin pergala tecrîd, êşkecen û îzalasyonê de ye jî kesên ku dixwazin jiyaneke xweş, rast, însanî û rasttir bijîn, ji aliyê hêzên muxalîf ve tên xwendin û lêkolînkirin û ramanên wî bi awayên curbecur tên pêkanîn. Rol û mîsyona Rêbertiya me di warê têkoşîna azadiya jinê de gelekî dîrokî ye. Pêşketin û mezinbûna ku di şexsê jinên Kurd de tê jiyîn û statûya weke mînak nîşandayîn keda Rêbertiya me ye. Îdeolojiya ku ji bo jinan pêş xistiye, asta karmendî û pratîkî û pêşniyarên ku wê di nava sedsalan de cih bigire, di nava salan de cih digire. Jinan şerx derbas kiriye. Bi vî alî ve xeta me ya azadiya jinê, îdeolojî û felsefeya me gerdûnî ye. Di vê çarçoveyê de Rêberê me herî zêde Rêberê jinan e.

Jinan, bi rêbazên azadiyê yên ku Rêbertiya me pêşniyar kiriye, kêf û rûmeta jiyana bi nasnameya jina azad tam kiriye.

Rêberê me Abdullah Ocalan bi pratîkên xwe nîşan da ku hevrê û dostê heqîqî ya jinan e. Di vê çarçoveyê de em bi boneya 8’ê Adara 2023’an Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi mînet, hezkirin û rêzdariyeke mezin Rêbertiya xwe silav dikin. Em helwesta azadîxwaz û berxwena Îmraliyê ya Rêbertiya xwe pîroz dikin. Şerê esasî li Îmraliyê tê meşandin. Li hemberî vê yekê berxwedaneke berfireh a Rêbertiya me heye. Azadiya Rêberê me azadiya jinan e. Têkoşîna me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me stratejîk e. Di vê çarçoveyê de em tevgera jinan erka me ya sereke ev e ku di pêvajoya pêşiya me de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me mîsoger bikin û raman, nêrîn û tarzê wî yê jiyanê belav bikin.

JI BO DAWÎANÎNA DESTHILATDARIYA FAŞÎST…

Li Bakurê Kurdistanê karesata erdhejê û polîtîkayên desthilatdariya faşît a AKP-MHP’ê ya piştî erdhejê ku encamên vê karesatê girantir kir, ji aliyê her kesî ve hate jiyîn û dîtin. Di vî aliyê de divê em xebatên xwe yên bidawîkirina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi awayekî lez û bi bandor bimeşînin.

Ev rewşeke ku bi mîlyonan mirov jê bandor bûn, bêmal man, koçber kirin û bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Ne erdhej, lê polîtîkayên der mirovî ya AKP’ê dikuje. Gelê me di herêmên erdhejê de di nava êş, rondik û zehmetiyekî mezin de ne. Divê hemû gelê me û jin ji bo mexdûrên erdhejê bixebitin û her curê alîkarî û piştevaniyê raber bikin. Divê jin ji bo herêmên erdhejê seferber bibin. Em bi boneya 8’ê Adarê di van rojên zehmet de li gel jin û gelê xwe cih bigirin. Em ji vê karesata tirsnak bi piştevaniya mezin a jinan û piştevaniya civakê derkevin. Divê em jin ji bo têkbirina desthilatdariya faşîst, bi plansaziyên taybet xebatên xwe bimeşînin. Divê em têkoşîna xwe ya azadiyê bi pêngavan mezin bikin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ketiye hewila ku vê erdhejê ji bo veşartina têkçûn û krîzên xwe yên heyî bikarbîne û di heman demê de berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî biparêze û bi taloqkirina hilbijartinan vê erdhejê ji bo xwe veguherîne firsendê. Li Tirkiyeyê platformên jinan serkêşiya hemû berxwedanan kirin. Jin di demên herî zehmet de rabûn.

Divê em jin, gel û komên baweriyên cuda ya Rojhilata Navîn, desthilatdariya herî li dijî jinan, civakê û gelan a Rojhilata Navîn, bi hêza xwe ya hevpar têk bibin. Divê em ji bîr nekin ku eger em li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ku nûnerê aqlê zalim a mêr e, têk bibin wê li Rojhilata Navîn damareke demokratîk pêş bikeve. Ev yek ji bo jin û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bibe bêhnek kûr a azadiyê û dem û cih biafirîne.

JIN, JIYAN, AZADÎ

Serhildanên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ hat destpêkirin û belavî hemû civakê bû, di dîroka Rojhilata Navîn û cîhanê de yekemîn e. Şoreşa Îranê tê wateya şoreşa Rojhilata Navîn. Jin û gelên Îranê bi yekkirina hêzên xwe yên rêxistinî û bi têkoşîna hevpar dikarin bi ser bikevin. Di 16’ê Îlona 2022’an de qetilkirina Jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq yên Îranê ve, li Îran û Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinan gelên Îranê li dijî dewleta mêr bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” pêvajoyeke nû ya azadiyê dan destpêkirin.

Di dîroka Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê de yekem car gel bi hevre li dora dirûşmeya jinan, li dijî pergala zalim û zordest a dewlet û hêzên desthildariyê serî hildidin. Gotina hevpar a ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ di roja me ya îro de weke tespîteke dîrokî veguheriye dirûşmeyeke gerdûnî. Sedema ku ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ bûye dirûşmeya hevpar a her kesî ew e ku civak azadiya xwe di azadiya jinan de bibînin.

Ev yek di heman demê de asta belavbûn û bandora paradîgmaya Rêbertiya me, ramamên azadiya jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê nîşan dide.

Em bi wesîleya 8’ê Adarê helwesta berxwedana jin û gelên Îran, Rojhilata Navîn û Belûcîstanê ya li dijî dewleta Îranê pîroz dikin û silav dikin.

Her wiha gelek girîng e ku gelên Azerî, Farss, Kurd, Ereb, Belûc û Ermenî li Îranê bi hev re têbikoşin. Li Îran û Kurdistanê divê jin hem di pêşxistina yekîtiya neteweyî ya Kurd û hem jî pêşxistina yekîtiya gelên Îranê de rola pêşeng bilîzin.

Serhildanên li Îranê her çiqasî pêlên cudan nîşan bide jî wê êdî bi berdewamî pêş bikevin. Jin û gelên Îranê xwedî hişmendî ne. Ew ê tu carî koletiyê qebûl nekin.

Her wiha hikûmeta Talîbanê dixwaze li Afganîstanê, jinên Afgan di nava tarîtiyeke mezin de bihêle. Jinên Afgan berxwedana xwe bi cesaretekî mezin û cuda dimeşîninn. Li ser vê bingehê em berxwedana jinên Afgan silav dikin.

BERXWEDANA GERÎLA

Gerîlayên me yên YJA Starê li herêmên Zap û Avaşînê, di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de di pêşxistina berxwedana gerîla û xweparastina welatê me de performanseke awarte nîşan dan. Jina Kurd cara yekem e ku bi awayekî berfireh fermandariya şer û mezinkirina berxwedanê li her qadê bi awayekî pir bi bandor temsîl kiriye. Û vê berxwedana jinê li Zap û Avaşînê rê li pêşketin û serkeftina dewleta Tirk a faşîst girt.

Di vê çarçoveyê de hêzên YJA Starê di 30’emîn salvegera ragihandina artêşa jinê de bi israr, serketî, afirîner û tevlêbûna xwe ya di şerê Zapê, Avaşînê de rûpeleke nû di dîroka me ya şer de vekir. Asta ku fermandar, gerîla û şervantiya jin a li çiyê gihîştiye asta ku dikare şerê giştî bimeşîne û bikişîne. Weke jinên Kurd, ev asta ku hatiye bidestxistin di dîroka mirovahiyê û jinê de asta yekemîn e.

Gerîlayên YJA Starê di salên 2021 û 2022’an de di fermandarî û rêxistinkirina şer de, di berxwedana li tûnelan de, di pêşxistina çalakiyan de, di pêkanîna çalakiyên bêhempa yên jinan de, di perwerdekirin û rêxistinkirina gerîla de bû xwedî seknek mihteşem. Di afirandina gerîlayên modernîteya demokratîk de pêşengtî kirin. Di dîroka mirovahiyê de yekem car, jin di têkoşîna gel û artêşê de rasterast bi awayekî rêxistinkirî, ji aliyê hejmartî û bi kalîte ve roleke wiha stratejîk lîstiye. Di vê çarçoveyê de rêxistina me ya gerîlayên jin YJA Star; di afirandina gerîllaya nûjen a serdema me de bi erk û wezîfeya xwe ya stratejîk bi ser ketiye.

Şoreşa me ya jinan a Rojava li ser xeta azadiya jinê xebatên ji nû ve avakirina civakê gav bi gav pêş dixe. Qada sereke ya ku tevgera jinên Kurd lê pêşketiye qada Rojava ye. Temînata şoreşa ku li Rojava pêk tê xebata azadiya jinê ye. Ji nû ve avakirina konfederalîzma demokratîk a jinê di qadên civakî, siyasî, aborî, dîplomasî, tenduristî, çapemenî, çand, xweparastin, perwerde û jineolojiyê bi komun, meclîs, akademî, kooperatîfan û pêşxistina pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev di hemû lêkolînan de pir girîng e. Li ser esasê pêşxistina pergaleke jiyana alternatîf xebatên avakirina jiyaneke nû tên pêşxistin. Bi hezaran jin di Şoreşa Rojava de cih girtin û xebat kirin. Bi hezaran jinên Ereb, Ermenî, Asûrî û Tirkmen her wiha jinên Kurd bi baweriyeke mezin beşdarî şoreşê dibin. Pêşketin û tevlêbûna jinên Ereb bi lez û bez tê dîtin. Tifaqa Kurd-Ereb a ku di nava gelên Rojhilata Navîn û jinan de pêşketiye, bi lez û bez belavbûn û qebûlkirina modela neteweya demokratîk li vê herêmê tîne. Jin pêşengiya vê dikin.

Şoreşa me ya jinan a Rojava bi vî rengî şoreşeke ku jinên cîhanê wê binirxînin, jê sûd werbigirin û ji her alî ve îlhamê jê werbigirin.

TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN A CÎHANÊ

Li hemberî talankirin, mêtingerî û tunekirina ekolojîk a kapîtalîzmê, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya Rêberê me çareseriya krîzan e. Şoreşa jinê ya duyemîn jî li ser vê bingehê çareseriya krîzên şerê qirêj e. Modernîteya kapîtalîst a ku xitimandinek mezin dijî, şerê li dijî civak û xwezayê weke rêbaza derketina ji krîzê mezin kiriye.  Di rastiyê de mirov dikare bibêje ku sala 2022’an bûye şahidê geşedanên weke kurtejiyana sedsala 21’an. Hema bêje li her devera cîhanê çavbirçîtiya qezenckirina modernîteya kapîtalîst di xweza, ax, av, daristan, hewa, li her derê, hemû zindiyan, civak û jinan de wêraniyên mezin çêdike. Êrîşek heye ku bi şer, îndustriyalîzm û çanda xerîdar a tirsnak dibe sedema windabûna bilez. Li hemberî vê jî ji bo parastina xwe, civak û xwezayê bi pêşengiya jinan têkoşîneke demokratîk tê pêşxistin. Cîhana modernîteya kapîtalîst û cîhana modernîteya demokratîk di nava têkoşîneke dijwar de ne. Pirsgirêka herî bingehîn a ku di warê hêzên demokratîk de derdikeve holê, nekarîne rêxistinbûn û hêza têkoşînê ya heyî bigihînin hêzeke hevpar û mayînde. Di vî warî de rojeva alternatîfa Konfederalîzma Jinê ya Demokratîk a Cîhanê ya ji aliyê tevgera me ya jinê ve, hêzeke bandorker a lêxistin û yekbûyî diafirîne.

Dema ku em bi giştî li xeta Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê dinêrin, em dibînin ku tundiya li ser jinê û êrîşên zayendî zêde bûye, her wiha hişyarbûn û seferberiya jinan jî girîng e. Divê bê zanîn ku tevgerên jinan di sala 2022’an de her çendî ne di asta ku bi tevahî bersivê bide vê krîza kûr a li Rojhilata Navîn, dest bi lêgerînek kiriye. Li vir xala ku divê li ber çavan bê girtin û bi girîngî were destgirtin ew e ku ev lêgerîna jinê di nav sînorên pergalê de nemîne û bi polîtîkayên wekheviyê yên fermî neyê rawestandin. Ji ber ku ji hêlekî ve jî tê dîtin ku polîtîkaya çareseriya pirsgirêkên azadiya jinên Rojhilata Navîn, ji derveyê prespektîfa şoreşa jinê bihêlin, dixwazin destkeftiyên jinan di nava pergala desthilatdar a mêrane de hepis bikin, bi hin mafên piçûk ên lîbarelîzekirî û jinan li bendê hiştin re, bi vê riyê polîtîkaya dewletê serdest bikin.

Mînak, li Tûnisê bû yekemîn jina li fezayê, li Erebîstana Siûdî navê nivîskara herî ciwan a cîhanê da keçeke 12 salî û hwd. Siyaseta afirandina rojevên bi vî rengî û qebûlkirina wan weke pêşketina azadiyê heye. Bi vî awayî jinên ku di rewşên herî giran de dijîn hewl didin ku bi tiştên piçûk werin xapandin û bala wan bikişîne. Hewl tê dayîn pêşî li radîkalbûna têkoşîna jinê û hevdîtina wê ya bi xeta azadiyê re bê girtin. Di têkoşîna azadiyê ya jinên Rojhilata Navîn de ku ji her cure mafan bêpar hatine hiştin, girîngiyeke mezin e ku guh bidin vê xetereyê, çareser bikin û bi perspektîfek têkoşînê ya ji derveyî wê tevbigerin. Ji ber vê yekê divê jin di van mijaran de pir baldar û hişyar bin.

Li welatên Rojava nêzîkatiyeke ku ev çend sal in balê dikişîne ew e ku zêdetir jin tevlê rêveberiyên dewlet-hikûmetê bibin. Bi vê re girêdayî wezîrên derve yên li Elmanya, Swêd, Kanada û Norwêcê jin in, polîtîkaya derve ya femînîst xistin rojevê, di civîna NATO'yê de bi hev re wêne kişandin û gotin ‘Em NATO ne‘. Divê mijarê de gelek mînak dikare wer dayîn, di warê tevgerên jinan û tevgerên femînîst de weke xefikek pir giran derdikeve holê. Cîhaneke derewîn ku bi têgiheke berevajî ya azadî û wekheviyê re hatiye pêçandin heye, li ser vê yekê tundî hatiye pêşxistin. Li vir hewl tê dayîn ku enerjî û têkoşîna jinan bi awayekî polîtîk bikêşînin nava pergalê. Di van salên dawî li Rojava, li Amerîkaya Latîn û li deverên cuda yên cîhanê jinan bi dengekî bihêztir û rêxistinkirî diqîrin ku sûcdarê sereke dewlet û sîstemên serweriya mêr in, çalakî û protestoyên xwe li hemberî vê armancê pêş xistine. Ji bo berevajî kirina vê hişmendiyê, parçekirina vê hişmendiya polîtîk û rêxistinî ya heyî parçe bike û ji cewherê ve dûr bixe her curê diyardeyên ruhî, fîzîkî, aborî, siyasî, civakî, tenduristî, perwerde, evîn û malbat li dijî jinan weke şereke taybet û polîtîkayên qirkirina jinan tên meşandin. Li ser vê yekê dema ku li aliyekî tundiya li ser jinê zêde dibe, li aliyê din jî têkoşîna jinan bêtir pêş dikeve. Weke ku Rebertiya me diyar kir, sedsala 21’n vediguhere sedsala jinan. Ev tabloya pêşberî me, kaos û krîza kûr ku modernîteya kapîtallîst afirandiye, nîşa me dide. Yekane çareseriya vê kaosa kûr, paradîgmaa demokratîk, ekolojîk û azadiyê jinê ya Rêbertiya me ye. Îdeolojîya Rizgariya Jinê, rêxistinbûn, xweparastin û zanîsta Jinelojiyê di wê îdiayê de ye ku jinan li dora vê paradîgmayê pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bikin. Şoreşa Jinan a Rojava ku li ser vê bingehê pêk hat, mînaka herî berbiçav e. Li ser vê bingehê em di pêvajoyeke welê de ne ku serhildanên jinan di aliyê çawanî û wesf de di lûtkeya herî jor û bi awayekî berfireh tê jiyîn. Ev serhildanên jinan êdî civak û mêrên ku dixwazin azad bibin, digire nava xwe. Em dibînin ku komên mêran ên ku pergala mêr a serdest qebûl nakin, her ku diçin pêş dikevin. Eger di sala 2023 û salên pêş de xwe baş birêxistin bikin û xebatê avakirina alternatîfan pêş bixin, wê bibe salên ku têkoşîna me ya azadiya jinê pêşketinên nû, cûda û şoreşgerî bi dest bixe û bibe civakî.

Em jinên Kurd îro li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat hêza herî rêxistinbûyî ya jinan in. Rêxistinên me di her warê jiyanê ji xweparastinê heta çandê, ji aborî heta perwerdehiyê de roleke bandor dilîzin. Li ser vê bingehê em tevgera jinên Kurd bi dirûşmeya ‘BI JIN JIYAN AZADI RE BER BI ŞOREŞA JINÊ!‘ pêngaveke nû radigîhînin  û bi vê yekê re armanc dikin ku xebatên xwe yên azadiyê hem di asta herêmî û hem jî gerdûnî de pêşbixin.

Bi vê pêngavê re ji xweparastinê heta tenduristiyê, ji perwerdeyê heta aborî, ji dîplomasiyê heta çandê, ji perwerdehiya zarokan heta qada civakî tevgereke cidî ya civakî li ser esasê seferberiya rêxistinbûna hundirîn tê armanckirin. Li dijî polîtîkayên zayendparêz ên zêde û êrîşên li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilata Navîn îro li her derê zemîn û şertên yekîtiyê hene. Ji bo vê jî wê pêngava me di çarçoveya têgihiştin û nêzîkatiyeke ku eniya jinên demokratîk li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê girêbide û pêş bixe. Li şûna helwesteke bendewarî, pasîf, wê li ser esasê armanca guhertin û veguhertina civakê tevgerek bê pêşxistin û zilamê ku di hemû çalakiyan de bi êrîşkar tevdigere, însiyatîf dike, feraseta rêhevaltiya jinê bi kûr ve geş dike.

Ji aliyekê ve em ê pêngava ‘Dem dema Azadiyê‘ya ku bi KCK'ê re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bi pêş xist, bidomînin. Di heman demê de em ê bi vê pêngavê xebatên xwe yên ku ji aliyê jinan ve li ser esasê avakirina pergala xwe ya jinê û çareseriya pirsgirêkên jinan pêş bixin, bi leztir bikin.

Pêngava me; Em hemû hevrê xwe Evîn Goyî, Zîlan Konya, Bêrîvan Zîlan, Delal Nurhak, Peyman Bagok, Jiyan Tolhildan, Çîçek Harûnî, Ekîn Ankara, Delal Şoreş, Mizgîn Ronahî, Sara Tolhildan, Rûken Zelal û Şilêr Resûlî û Jîna Emînî yên bi tundiya dewletê hatin qetilkirin, şehîdên 2022’an ên di pêkanîna şoreşa jinê de ked û berdêlên mezin dane hemû şehîdên xwe bi bîrtînin.

Ji bo vê jî mîna pêngavên salên borî, ‘BI JIN JIYAN AZADI RE BER BI ŞOREŞA JINÊ!‘  Pêngava me (EM BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINAN VE DIMEŞÎN!) di vê pêvajoya herî girîng a dîrokê de jî wê roleke girîng bilîze. Em ji bîr nekin ku tevgera me di heman demê de tevgerek avakirina civakî ye. Li ser esasê xwerêveberî û xwenaskirinê ketina hêza rêxistinbûyî ya jinê ya li hemû qadên jiyanê ye. Ew e ku bibe "Xwebûn", haveynê şoreşa jinê.

Li ser vê bingehê, em bi hevpariya hêzên demokrasî û azadiyê yên li hemû cîhanê re, sedsala 21’an bikin sedsalek ku azadiyên civakî li ser bingeha azadiya jinê pêş bikevin. Werin em bi pêşengiya jinan têkoşîna civakî pêş bixin û berfireh bikin.

Werin em bi hev re bi pêşxistina konfederalîzma jinê ya demokratîk li dijî hêzên dewletparêz û desthilatdar têkoşînê bilind bikin. Werin em felsefeya jiyana xwe ya azad li ser bingeha ‘JIN JIYAN AZADΑku dirûşma konfederalîzma jinên demokratîk e, veguherînin jiyanek rêxistinî.

Ji ber karesata erdhejê ya ku li Bakurê Kurdistanê pêk hat, em li kêleka jinên herêma erdhejê bin. Werin em piştgiriya xwe nîşan bidin. Em hemû çalakî û çalakiyên 8'ê Adarê veguherînin platformên ku AKP'ê lê tê teşhîrkirin. Werin em piştgiriyê bidin hemû jinên cîhanê yên têdikoşin, bi taybet serhildanên Îranê.

Enerjiya herî avaker û erênî ya cîhanê dema ku hevrêtî û hezkirina jinê bi hişmendiya azadiyê pêş dikeve derdikeve holê. Werin em her tim hevgirtina jinan û yekitî û hevrêtiya jinan pêş bixin. Li ser vê bingehê em bi awayekî herî xurt û bi heybet beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin û bi pratîkên xwe nîşan bidin ku sedsala 21’an wê gav bi gav çawa pêş bikeve.

Divê çarçoveyê de em dîsan dibêjin, ‘JIN JIYAN AZADΑ.“