Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk ji bo 8’ê Adarê peyamek dan

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, "Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk ji bo 8’ê Adarê ev peyam da:

“Em bi destkeftiyên têkoşîna jinê ya di sedsala 21'an de xwe bi rêxistin dikin û ber bi azadiyê ve dimeşin.

Mixabin em bi êşeke mezin dikevin 8'ê Adara 2023'an Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê. Gelek bajarên Tirkiye, Kurdistan, Sûriye û Rojava ji ber erdhejê wêran bûn. Piştî erdhejê dewleta mêrserwer nekarî peywira xwe bi cih bîne û rê li ber trajediyên mezin ên civakî, dîrokî, çînî, nasnameyî û xwezayî vekirin.

Bi taybetî faşîzma Erdogan-Bahçelî ya li Tirkiyeyê, paşverûtiya Talîban a li Afganîstanê û pergala serdest a mêran li gelek welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê bi polîtîkayên siyasî, civakî, ekonomîk, medyayê êrîşên xwe yên li ser jinan zêde kirine.

Em Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk li dijî vê zilamtî û zîhniyeta mêtinger li ber xwe didin û em ê têkoşîna xwe geş bikin. Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û azadiya xwe bi dest bixin.”