TAJÊ têkildarî kiryarên PDK'ê yên li dijî jinên Êzidî hişyarî da

TAJÊ revandina jinên Êzidî yên li herêmên di bin kontrola PDK'ê de bi bîr xist û diyar kir ku kiryarên PDK'ê ji yên DAÎŞ'ê ne cudatir e. TAJÊ bang li xelkê li kampan kir ku li warê xwe vegerin û ji van kiryarên qirkirinê rizgar bibin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser revandina jinên Êzidî li herêmên di bin kontrola PDK'ê de ne, bi taybetî jî li kampan daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 3'ê Tebaxa 2014'an dema fermanê û vir ve bi deh hezaran Êzidî li kampên Başûrê Kurdistanê dimînin û mîna dîlgirtiyan ji aliyê PDK'ê ve li kampan têne hiştin.

TAJÊ destnîşan kir ku li ser mirovên li kampan siyaseteke qirêj tê meşandin û got, "PDK li hemberî jinên Êzidî siyaseteke bi xerabî dimeşîne, wan ji çand, bawerî û exlaqa wan dûr dixîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku van salên dawî bi dehan jinên Êzidî ji aliyê komên ser bi PDK'ê ve hatin revandin û hate gotin, "Heta niha çarenûsa wan nediyar e. Herî dawî careke din li kamp û herêmên Êzidiyan ên di bin kontrola PDK'ê de ne 2 jin hatin revandin. Bi dehan mînakên wiha hene ku malbat ji tirsa zext û zora PDK'ê nikarin dengê xwe bikin."

TAJÊ destnîşan kir ku ev nêzîkatiyên li hemberî jin û civaka Êzidî tê kirin gelekî xetere ne û got, "Ji kiryarên DAÎŞ'ê ne cudatir e. DAÎŞ'ê bi darê zorê keç û jinên me ji ol û baweriya xwe dûr dixist. Lê PDK jî bi siyaseta xwe ya qirêj heman kiryaran dike. Bi vî awayî keç û jinên Êzidî ji bawerî û civaka xwe qut dike. Dixwaze di şexsê jinan de Êzdatiyê ji kokê ve ji holê rake."

Bi navê TAJÊ hate gotin, ku pêşîgirtina li van êrîşan û çareseriya wê vegera li warê xwe ye, rizgarkirina ji bin desthilatdarî û siyaseta PDK'ê ye û hate gotin, "Heta miletê me li kampên Başûrê Kurdistanê dîlgirtiyên siyaseta PDK'ê be, wê komkujiyên çandî û exlaqî li dijî wan dewam bike."

Di daxuyaniyê de bang li civakê bi taybetî jî jinan hate kirin ku li hemberî van kiryarên qirêj bêdeng nemînin û hate gotin, "Em dengê xwe digihînin Meclîsa Rûhanî ku xwe li hemberî van kiryaran bêdeng neke. Xwedî li erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka xwe derkeve."