Newaya Jin: 8’ê Adarê roja hesabpirsînê ye

Hejmara meha Adarê ya Newaya Jin bi manşeta “8’ê Adarê roja hesabpirsînê ye” derket. Rojnameyê têkildarî erdheja mezin a 6’ê Sibatê qewimî, nivîsek bi sernavê “Dewlet di bin kavilan de ma” weşand.

Nivîskarên Newaya Jin qala erdhejê û bûyerên piştre qewimîne, kirin û diyar kirin ku roja berxwedanê 8’ê Adarê divê bi perspektîfek çawa were pêşwazîkirin.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ BERXWEDAN

Hêja Zerya nivîsa têkildarî 8’ê Adarê nivîsand ku manşeta rojnameyê ye. Nivîskar qala girêdanbûna di navbera şoreşa Kurdistanê û 8’ê Adarê dike.

Nivîskar Ronahî Serhat di gotara xwe ya têkildarî erdhej û 8’ê Adarê de, diyar kir ku divê 8’ê Adarê bi hesab pirsîna ji faşîzma AKP-MHP’ê ku dijminê jin û gel e, were pêşwazîkirin.

DEWLET DI BIN KAVILAN DE MA

Nivîsek din a têkildarî erdhejê, nivîsa Roza Metîna bû. Nivîskar bi nivîsa xwe ya bi sernava “Dewlet di bin kavilan de ma” bal dikîşîne ku desthilatdariyê çawa karesata xwezayî veguherand komkujiyê.

Nivîskara ekolojiyê Guler Yildiz jî bi nivîsa xwe destnîşan kir ku ev karesat bi gotina “qederê” nayê qebûlkirin.

HEWLDANÊN TALANA ÎDEOLOJÎK Û JIN JIYAN AZADÎ

Nivîskara mêhvan Dilar Dirik jî têkildarî dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ku sîstem hewl didin wateya wê tune bikin, nivîsand. Nivîskar bi bîr xist ku ji bo dîrok neyê berovajîkirin, divê mirov li dijî vê hewldanên talana îdeolojîk rabe.

Yek ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag jî bi nivîsa xwe ya bi sernava “Potansiyela bi hev re tevger kirinê” ku dewama nivîsa di meha Kanûnê de nivîsî ye, bal dikîşîne ser hêza enternasyonalîzma jinê.

JINÊN KU BÛNE NEWROZ…

Fîdan Yildirim û Berjîn Têkoşer di derbarê Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan û Sema Yuce ku bûne newroz, nivîsand. Nûda Amed jî têkildarî jiyana Evîn Goyî (Emîne Kara) nivîs nivîsand ku 34 salên xwe diyarî şoreşa Kurdistanê kir û 23’ê Kanûnê li Parîsê hat qetilkirin.”

Di hejmara meha Adarê ya rojnameyê de, analîzên aktîvîstên têkoşîna gel û jinên Abya Yalayî jî hene.

JI SÎNEMAYÊ BER BI HUNERÊ…

Di hejmara vê mehê ya rojnameyê de, roportajên bi Dîcle Arjîn ku di filmê Kobanê de lîst û hunermenda Rojavayî Nesrîn Botan re, bal dikîşîne.

ROJEVÊN BAŞÛR, IRAQ Û ŞENGALÊ

Nivîskar Bêrîtan Zagros jî têkildarî êrîşên li Başûrê Kurdistanê li ser destkeftiyên jinê, analîz kir.

Aktîvîsta mafên jinan a Iraqî û rojnamevan Mûna El Hilalî jî di derbarê têkoşîna li dijî qirkirina jinê û statuya jinan a li welêt, nivîs nivîsand. 

Di hejmara nû de, dosyaya li ser Baweriya Ezda ya beşa duyemîn û dawîn jî heye ku ji aliyê Rojbîn Denîz ve hatiye amadekirin.

Hûn dikarin bi sîteya newayajin.net xwe bigihînin naverokên meha Adarê.